Aram û Aryen xweş hildiberînin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 15 Nîsan 2025 - 00:15

Weşanên Aram û Aryenê van pêlên dawî xweş pirtûkên Kurdî hildiberînin. 

Weşanên Aramê 3 jê bi kurdî, 4 bi tirkî û yek jî bi kurdî û tirkî 8 pirtûkên çîrok, bîranîn, helbest, şano, roman û lêkolînê çap kirin.

Weşanxaneya Aryenê jî 2 jê rêziman, yek jê çîrok û yek jê jî roman, 4 pirtûk çap kirin. Weşanxaneyê; çapa duyemîn a pirtûka nivîskar Menaf Osman a “Sînor”, pirtûka “Çîrokên Zindanê” ku ji hêla Osman Uludag ve hatiye amadekirin, pirtûka “Rêzimana Kurdî - Asta Destpêkê” ku ji hêla Haydar Diljen ve hatiye amadekirin û pirtûka xebatê ya “Zimanê Me - Asta Destpêkê” ku ji hêla Haydar Diljen û Sabîha Diljen ve hatiye amadekirin, çap kir. 

Dilopek Berxwedan

Pirtûka bi navê “Dilopek Berxwedan” ku Kemîran Reşîd Bekir nivîsî ye, di kategoriya bîranînê de ye, bi zaravayê kurmancî yê kurdî hatiye nivîsîn û 264 rûpel e. Di nivîsa li pişt pirtûkê de wiha dinivîse: "Di pirtûkê da têkoşîna gelekî ya ku di vebîra takekesî û civakî de bi cih bûyî hatîye tomarkirin û hatiye nîşandan ku bê ka rihê mirov di tariyê de jî çawa xwe li ronahiyê digire. Çîrokên piştgirî, fedekarî û lehengiyê yên di pişt perdeya jiyana rûtîn a zindanê da ji deriyên hesin derbaz dikin û heçko dibêjin: ‘Em hene, em li vir in û em dê ti carê dev ji têkoşîna xwe bernedin’. Ev çîrokên berxwedanê yên ku wek diyariyekê pêşkêşî têkoşîna gelekî hatine kirin, herçiqas ji ezmûnên takekesi hatibin dawerivandin jî ji aliyê çawaniyê ve ew him wek belgeyên dîrokî ne, him jî rê li ber xwe lêpirsînkirina mirov vedikin û bi bîra mirov dixînin ku hêvî di bin şert û mercên herî dijwar de jî şîn dibe…”

Dengên Razayî 

Pirtûka bi navê “Dengên Razayî” ku Îbrahîm Kaya nivîsî ye, di kategoriya çîrokê de ye, bi zaravayê kurmancî yê kurdî hatiye nivîsîn û 104 rûpel e. Di danasîna pirtûkê de ev tişt hatine gotin: "Bahoz Dêrsim, kêliyên şopên kûr ku di bîra gelê Kurd de hatiye hiştin, bi çîrokên ku di valahiyên li pişt dîwarên zindanan bûne û di meşa berxwedan û sirgûnbûnê de hatibûne hiştin, vedikole, bi hestek e şoreşgerî diafirîne û bi hildiberandinê re radigihîne me.

‘Dengên Razayî’ ne tenê pirtûkek çîrokan e, bi şahidîtiya pêvajoya ku em rûbirû man e dibe dengê bêdengiya me ya wenda. Û neynika ku em xwe tê de bibînin. Ka em bi hev re li wî dengî guhdar bikin û di wê neynikê de li xwe mêze bikin…"

Cênî û wext

Pirtûka bi navê “Cênî û Wext (Kadinlar ve Zaman) ku Zelal Sevda Gunduz nivîsî ye di kategoriya şanoyê de ye, bi zaravayê kirmanckî yê kurdî û zimanê tirkî hatiye nivîsîn û 176 rûpel e. Nivîskar ji bo pirtûkê wiha dibêje: “Dengê jinên ku di dîrokê de bi êş û berxwedanên xwe ve neçar mane ku bêdeng bimînin, ji nedîtî ve hatine û hatine jibîrkirin… Jin û Dem nivîsek e ku ji dîroka kevnar heta roja me ya îro trajedî û berxwedana jinan tîne ser dikê….”

Dûrî 

Pirtûka bi navê “Dûrî” ku Enwer Ehmed nivîsî ye di kategoriya helbestan de ye, bi zaravayê kurmancî yê kurdî hatiye nivîsîn û 160 rûpel e. 

Sînor

Nivîskar Menaf Osman ku zêdetirî 30 salan di girtîgehê de ma, di sala 2018’an de çapa yekemîn a pirtûka xwe “Sînor” weşand. Çapa duyemîn a pirtûka “Sînor” ku ji 176 rûpelan pêk tê jî hate çapkirin. Nivîskar Menaf Osman ku bi eslê xwe ji Hesekê ye, di vê pirtûka xwe de balê dikişîne ser dabeşkirina xaka Kurdistanê û texrîbatên wê yên li ser Kurdên li Serxetê û Binxetê. 

Çîrokên Zindanê 

Pirtûka “Çîrokên Zindanê” ji hêla Osman Uludag ve hatiye amadekirin. Pirtûk, ji 197 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de amadekar cih daye çîrokên ji hêla girtiyan ve hatine amadekirin û bi rêya zimanê girtiyan, dinyaya li hundir tê vegotin. Amadekarê pirtûkê Osman Uludag di destpêkê de pirtûkê dibêje; “Ev pirtûk, ji çîrokên xwişk û birayên me yên kurd ên ku ji ber sedemên polîtîk li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê dimînin, pêk tê. Ji ‘hundir’ û ‘derve’ bi dehan kes tev li vê xebatê bûn. Ev pirtûk, li ser navê ‘bizdenbize’yê (jimeberbime)’ berhema yekem e ku bi kurdî derdikeve.” 

Zimanê Me-Asta Destpêkê 

Pirtûka xebatê ya “Zimanê Me - Asta Destpêkê” ji hêla Haydar Diljen û Sabîha Diljen ve hatiye amadekirin. Pirtûk bi taybet jî ji bo kesên nû hînî zimanê Kurdî dibin, materyaleke berhemdar e. Hemû kesên ku Kurdî hîn dibin, dikarin vê pirtûkê bi kar bînin. Ev pirtûk li ser metoda deng hatiye avakirin; loma bi alfabeyê dest pê dike. Bi vê pirtûkê zarok dê hîn di temenê xwe yê biçûk de bi temrînan hînî dengên Kurdî bibin û ji bo bilêvkirin û axaftineka bedew û nivîsneka rast bingehekê ava bikin. Nivîskarên pirtûkê di pêşgotina pirtûkê de dibêjin; “Li gor pratîka me ya mamostetiyê ya zêdeyî 40 salan, gelek zehmet e ku mamosta karê xwe yê profesyonel yê hîndekariyê bêyî materyalên bi kalîte bi cih bîne. Loma em hêvîdar in ku ev pirtûk û hemû pirtûkên me yên din ji bo mamosteyan hînkirin û ji bo şagirdan jî hînbûna kurdî hêsantir bike.” 

Rêzimana Kurdî-Asta Destpêkê 

Pirtûka “Rêzimana Kurdî-Asta Destpêkê” ji hêla Haydar Diljen ve hatiye amadekirin ku ji 94 rûpelan pêk tê. Di vê pirtûkê de wêneyekî giştî yê rêzimana Kurdî heye. Kesên ku bixwazin bi awayekî hêsan bingehên rêzimana Kurdî nas bikin yan jî hîn bibin, dikarin bi vê pirtûkê dest pê bikin. Çapa yekem ya vê pirtûkê, bi hevkariya Daîreya Giştî ya Xwendegehan ya Swêdê - Skolvreket, di sala 1994’an de hatiye weşandin. Ev çapeka nû ya berfirehkirî ye. Pirtûk bi metoda înduktîfê hatiye nivîsîn. Li gor vê metodê, zarok bi serpêhatî û ceribandinên xwe ji tişt û bûyerên li derdora xwe fêr dibin. Her cure yan jî beş li gorî vê metodê hatiye nivîsan. Pirtûk bi awayekî gelek hêsan hatiye amadekirin. Mirov dikare bibêje ku ev pirtûk di vê cureyê de û bi vê metoda xwe pirtûka nû ye. Kesên ku piçekî xwendin û nivîsîna Kurdî dizanin, dê bikaribin bi hewes vê pirtûkê bi kar bînin. 

MA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.