Platforma Yekîtiya Jinên Kurd hat avakirin
Sêşem 15 Nîsan 2025 - 02:45
Li bajarê Silêmaniyê bi tevlîbûna nûnerên 24 rêxistin û saziyên jin Platforma Yekîtiya Jinên Kurd hat avakirin.
Di 7'ê Nîsana 2025'an de nûnerên 24 rêxistinên jinan û partiyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê di bin banê "Civîna Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd" de hatin cem hev û ji bo têkoşîna hevpar û azadiyê Platforma Yekîtiya Jinên Kurd ava kirin.
Encamnameya civînê bi vî rengî ye:
Banga me ya weke "Platforma Yekitiya Jinên Kurd" ji hemû jinên Kurd re ev e: Em bang li hemû nûnerên jinên siyasî, tevger û rêxistinên jinan ên li Kurdistan û dîasporayê dikin ku beşdarî vê platformê bibin. Werin em bi hev re yekitiya neteweyî wekî hezkirina azadiyê, hişmendiya wekheviyê û erkek mezin a welatparêziyê ava bikin. Li Kurdistanê bêyî yekîtiya neteweyî ti têkoşîn û siyaset bi ser nakeve. Dîrok li ber me hemûyan îmtîhanek daye; Divê jinên Kurd û gelê Kurd vê carê yekîtiya neteweyî pêk bînin, eger nebe her parçebûn wê bibe sedema berdewamiya dagirkeriyê û windakirina destkeftiyan. Ger em yekîtiya neteweyî pêk bînin, wê Kurdistana azad û statûya jina azad weke rojê li ser axa me derkeve. Werin em hemû bi hev re vê tavê li welat hilînin.
Banga me ji hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî re ev e: Yekitiya netewî di heman demê de pêşxistina demokrasiya Kurdan e. Parçebûn ji nepêşxistina demokrasiya gelê Kurd tê. Yekîtî ew e ku mirovên cuda werin cem hev û pirsgirêkên hevpar û çareseriyên hevpar bibînin. Niha dem hatiye ku hizra hevpar a Kurdan pêk were. Bila çarenûsa gelê me û jinên Kurd êdî nebe azar û zilma ji ber parçebûnê. Em bang li her kesî dikin ku ji bo yekîtiya neteweyî bi fezîletên bilind tevbigerin, fedekariyên xwe bikin, teng nêz nebin. Weke jin û mêrên Kurd ên azad, em jî weke hemû neteweyên azad, layîqin ku bi azadî û wekhevî di nava yekîtiyê de bijîn.”
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN