Bi komploya Îranê hate qetilkirin
Duşem 14 Nîsan 2025 - 03:20
Li ser qetilkirina welatparêz û têkoşerê Kurd Kemal Pênciwênî re 9 derbas dibe ku li Pênciwên ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin. Her çiqas rojek piştî şehîdbûna Pênciwênî asayîşê du kes bi tometa qetilkirina wî binçavkirin, lê heta niha kujer nehatine cezakirin. Kemal Sadiq Qadir ê bi nasnav Kemal Şêx Sade yan Kemal Xîrey Pênciwên, di sala 1968’an de li taxa Kanî Xeyat ya Pênciwênê ji dayîk bûye. Di destpêka temenê ciwaniyê de, rêya xebata azadiya netewî digre ber xwe, ji bo wê jî di sala 1983’an de dibe pêşmerge. Di sala 1989’an de di dema kar û xebata pêşmergetiyê de, ji aliyê rejîma Sedam Hisên Baasê ve tê binçavkirin û heya Raperîna Başûrê Kurdistanê di girtîgehek Silêmaniyê de tê ragirtin. Ji bo wî cezayê darvekirinê derdixin. Lê piştre bi guhertina dîlan, tê azadkirin. Piştî Hikumeta Herêma Kurdistanê hate damezrandin, di Wezareta Navxweyî de dest bi xizmetê dike.
Tevlî berxwedana azadiyê dibe
Di sala 2007’an de bi awayek çalak tevlî xebata tevgera azadiyê ya Apoyî dibe, dev ji hemû berjewendiyên malbatî û kesî berdide. Tevlî karwanê berxwedana ji bo azadiya Kurdistanê dibe. Rejîma Îranê gelek caran li ser xebata tevgera azadiyê û alîkarîdayîna parçeyên din ên Kurdistanê, êrişî Kemal Pênciwênî dike. Gelek caran ji aliyê rayedarên Herêma Kurdistanê ve jî tê binçavkirin û êşkence lê dikin.
Kemal Şêx Sade di 13’ê Nîsana sala 2016’an de li navçeya Pênciwên a Silêmaniyê, ji aliyê kesên nenas ve hat revandin û cenazeyê wî piştî wê bi rojekê li nêzî Pira Guxlan ya ser bi Pênciwênê hat dîtin. Şûna 13 guleyan li ser bedena wî bû.
Êvara heman rojê asayîşa Pênciwên têkildarî bûyerê du kes girtin. Di heman rojê de Sedîq Salyawayî jî li Pênciwênê kuştî hate dîtin. Her çiqasî du kesên bi navê Sîna Reşîdî û Mesud Mecîdî ji ber qetilkirina Sedîq û Kemal hatin girtin jî lê kî li pişt wane, hê nehatiye eşkerekirin û cezayê wan nehatiye pêkanîn. Ev her du kes li Silêmaniyê di girtîgehê de ne û ji ber cezayê darvekirinê li Herêma Kurdistanê nayê pêkanîn, tê gotin ku li gor yasayê wê heta hetayê di girtîgehê de bimînin.
Piştî qetilkirina şehîd Kemal Şêx Sade Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kemal Şêx Sade ji aliyê dewleta Îranê û bi alîkariya hinek nokeran ve 13’ê Nîsana 2016’an bi komployekê hatiye revandin û bi awayekî hovane hatiye qetilkirin. PJAK’ê destnîşan kir gelê Kurd bi kesayetên weke heval Kemal Pênciwênî ku hemû temenê xwe ji bo şoreşê feda kir serbilind e û got:“Ev şehîd ji dema avabûna Komelaya Rencdaran (Kedkaran) ve weke ciwanek şoreşger heya dawiya jiyana xwe jî xebitî û têkoşîneke bêhempa da. Ji ber wê em soz didin şehîdan emê rêya wan berdewam bikin û ti caran rê nedin keda wan vala biçe.”
ROJNEWS