Xwediyê xelata Nobelê nivîskarê perûyî Mario Vargas Llosa ku di wêjeya Amerîkaya Latîn de kesayeteke sereke ye, duh di 89 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Di nameyekê de ku ji hêla kurên nivîskar Alvaro, Gonzalo û Morgana ve hatiye nivîsandin û li ser X’ê hate weşandin, hate gotin: "Bi êş û xemgînî em radigihînin ku bavê me Mario Vargas îro li Lîmayê wefat kir. Koçkirina wî dê xizmên wî, dostên wî û xwînerên li tevahî cîhanê xemgîn bike."
Kurên Mario Vargas Llosa her wiha di nameyê de destnîşan kir ku bavê wan mîrasek ji berhemên wêjeyî hişt ku dê her tim zindî be.
Mario Vargas Llosa di sala 2010’an de xelata Nobelê wergirtibû. Romanên wî "Çîroka Maytayê", "Şerê Bidawîbûna Cîhanê" û "Mala Dawîn" ên herî navdar in.
NAVENDA NÛÇEYAN