Li bajarokê Hinîda yê kantona Tebqayê, çîrokên jinên ku bûne beşeke vejîna çandî û civakî derdikevin pêş. Ji wan çîrokan yek jî ya Fatima El Şamî ya 50 salî ye ku helbest kiriye navgîna derbirînê û bi dengê xwe rastî û daxwazên gel radixe ber çavan.
Azwerî û behremendiya Fatimayê di zarokatiya wê de diyar bû. Dema ku xwendekara dibistana seretayî bû, hezkirina wê ya mezin a ji bo xwendin û nivîsandinê bû sedem ku berê xwe bide nivîsandina helbestan. Bi demê re ew tê gihaşt ku helbest ne tenê behremendî ye, lê jêhatîbûnek e ku wê ji dê û xalên xwe yên ku helbestên gelêrî digotin, wergirtiye.
Dema çeteyên DAIŞ'ê herêm dagir kir, Fatimayê ji tirsa hovîtiya wan biryar da hemû helbestên ku li ser kaxezê nivîsandibûn bişewitîne. Lê wê dev ji nivîsandinê berneda, bi dizî nivîsand. Fatimayê der barê mijarê got: "Ez jineke cotkar im, bi hevjînê xwe re li ser axa xwe dixebitim. Havînan pembû diçînim û zivistanê genim. Di bin darên zeytûnan de rûdinim, av li ber min diherike, defter di destê min de ye... Ez li ser xwezayê, rewşa trajîk û sûcên ku DAIŞ dike dinivîsim.”
Dibe dengê jinên berxwedêr
Beriya 8 salan dema ku herêm ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hat rizgarkirin, Fatima yek ji jinên yekem bû ku beşdarî damezirandina Navenda Çandê ya Tebqayê bû. Ew beşdarî hemû çalakiyên wê bû, li hember hemû astengên civakê rawestiya. Fatima bi biryar bû ku derkeve û helbesta xwe bi dengekî bilind bixwîne "Ez dinivîsim da ku nûnertiya dengê jinan bikim, çîroka xwe vebêjim, çîoka me jinên ku nehatine bihîstin.”
Fatima piştî rizgarkirinê helbesta xwe ya yekem bi sernavê "Heft Salên Zordariya DAIŞ'ê" nivîsî. Piştre helbestên li ser jinan, şehîdên jin, ax û berxwedanê nivîsîn.
Fatima helbest li ser siyasetmedara şehîd Hevrîn Xelef û têkoşîna wê û li ser şehîd Bêrîtan nivîsîne. Her wiha li ser gelek çalakvanên jin nivîsî, bi armanca ku têkoşîn û fedakariya wan bi helbestan belge bike. Gelek caran di helbestên xwe de behsa fedakarî û îlhama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo jinan û têkoşîna wan dike.
Wê dîwaneke helbestan bi devoka erebî yê Firatê nivîsiye, tê de xem, êş û serketinên xelkê vdibêje. Fatima di wê baweriyê de ye ku helbest bûye nasnameya wê û bi xwendin, lêkolîn û beşdarbûna di çalakiyên wêjeyî û hunerî de jêhatîbûna xwe berdewam dike.
Fatima di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Helbest nav û nasnameya min e û ez ê heta nefesa xwe ya dawîn binivîsim.”
ANHA/TEBQA