Mercedes Sosa; dengê bedengan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 13 Tebax 2024 - 00:45

Mercedes Sosa, bû dengê li dijî mêtîngeriyê yê şoreşgerên ku xizanî, bêedaletî û bûyîna ‘bexçeyê dawî’ yê Emerîkaya Latîn nepejirandin. Gelo ji ber dengê wê yê bi merhemet û tije bû yan sekna wê ya bi hêz a li ser dikê bû nayê zanîn, ji aliyê heyranên xwe ve weke “Dengê bêdengan” hat binavkirin.

Di 9’ê Tîrmeha 1935’an de li San Miguel Tucumanê hat dinyayê, Mercedes di sala 1959’an de albûma xwe ya yekemîn qeyd kir û heya dawiya jiyana xwe qederê 40 albûmî derxist. Ruxmê ku bi gelek hunermendên bi nav û deng ên rojavayî re muzîka xwe parve kir jî tu caran pişt neda axa xwe.

Li Emerîkaya Latîn di sala 1960’an de ekoleke nû ya muzîkê derdikeve holê ku navê wê “Nueva Cancion” e. Ev ekola muzîkê ku behtir bi meyleke polîtîk stranan çêdikir pêşî li Şîlî û paşê jî li Arjantînê tesîra xwe li ser xelkê çêkir. Rawestgeha vê ekolê li Arjantînê Mercedes Sosa bû. Wê strana Folk dîsa şirove kir û ‘Strana Nû’ bi sekna hunermendî hemû xetên wê yên polîtîk parastin.

Bi stranên ji bo axa xwe deng veda

Mercedes Sosa bi stranên axa xwe bi şiroveya xwe ya bêhempa li Emerîkaya Latîn deng veda. Lê piştî demekê cûntaya leşkerî zorê da wê ku axa xwe biterikîne. Di festîvala muzîkê ya sala 1979’an de hate binçavkirin û stranên wê qedexikirin. Piştî van zext û zoriyan wê berê xwe da Ewrûpa û heya sala 1982’an li Ewrûpa ma. Piştî ku cuntaya leşkerî li Arjantînê têk çû şûnde vegeriya welatê xwe û stranên xwe gotin.

Di sala 2000’î de xelata Grammy a Latîn wergirt û xelatek din li xelatên ku girtibû zêde kir. Wê ji bo xelatên ku wergirtine digot; “Xelat ne tenê ji bo stranên ku min gotin hatin dayîn her wiha ji bo nihêrîna min a siyasî û fikrên min jî hatin dayîn. Ez her tim li bêedaletiyê û rewşa mirovan difikirim. Lê min ti carî nedifikîrî ku ji ber fikrînê ez ê qedereke bi vî awayî bijîm…”

Mercedes Sosa di 4’ê Cotmeha 2009’an de li paytexta Arjantîn Buenos Airesê di 74 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Ew jin û vokalîstek xurt bû. Mercedes Sosa ji bo jinan jî stran nivîsand û strana bi navê “Manuela la tucumana” diyarî Manuela Padreza kir ku yek ji pêşengên şerê Emansipasyonê yê li Arjantînê bû. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.