100 jinî serî li Wezareta Edaletê dan

Sêşem 29 Tîrmeh 2025 - 03:45

Di çarçoveya kampanya 'Em dixwazin biçin serdana Abdullah Ocalan' de ji 13 welatan 100 jinan serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê dan.

Femînîstên Abya Yala di çarçoveya kampanyaya 'Em dixwazin biçin Girava Îmraliyê' bi nameyekê serî li Wezareta Edaletê ya Tirk dan. Ji Arjantîn, Gûatemala, Bolîvya, Şîlî, Fransa, Ûrûgûay, Kolombiya, Meksîka, Paragûay, Hondûras, Nîkaragûa, Brezîlya û Ekvadorê, 100 jin ku di nav de gelek aktîvîstên navdar, pêşengên ruhanî yên gelên xwecihî, kolektîf û femînîst nameyeke hevpar pêşkêşî rayedarên Wezareta Edaletê ya Tirk kirin. Di nameyê de û di peyamên ku li ser medyaya civakî par ve kirin de bal hate kişandin ku ewlekirina azadiya Rêber Apo wê rê li ber aştiya cîhanê bi taybetî ya Rojhilata Navîn veke.

Di nameya ji Wezareta Edaletê ya Tirk re hat şandin de ev tişt hatin gotin:

Ji Rayaderên Wezîrê Edaletê yê Komara Tirkiyê re;

Wek femînîstên ji herêmên cuda yên Başûrê Emerîkayê û Emerîkayê Navîn ji bo ji mêtîngeriyê xilas bibin ji vê herêma ku me jê re gotiye Abya Yala, ji heyetên ku gel û welatên cuda pêk were birêz Abdullah Ocalan ê ku ev 26 sal in li girava Îmraliyê wek girtiyek siyasî di bin tecrîtê de ye serdan bike serî li we didin. Ev cezayê zindanê di serdema şerê cihanê sêyemîn a ku hêzên cihanê teşwîq dikin de wek heqeretekê li hemberî îhtîmalên aştiyê yê bingeha aştiya cihanê ya Rojhilata Navîn dibînin.

Weke Femînîstan em li Rojhilata Navîn û cihanê pêkhatina aştiyê zarurî dibînin û bawer dikin ku weke temsîla gelê Kurd rêbertiya Abdullah Ocalan ji bo ev aştî teqez bibe xwedî cihekê girîng e."

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.