Rewşenbîrekî xas; Pîremêrd

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 15 Hezîran 2024 - 00:33

Yek ji meşaleya netewa Kurd nivîskar, wergêr û helbestvan Pîremêrd e. Pîremêrd 15’ê Hezîrana 1950’î koça dawî kir. Ew 83 salî bû. Pîremêrd jî bi nivîsandina dehan pirtûk û bi sedan gotaran bû meşaleyek û rêya civaka Kurd ronî kir.

Navê wî yê eslî Tewfîq Mehmûd bû. Perwerdehiya olî dît. Piştre li Stembolê fakûlteya dadê xelas kir. Di sala 1907’an de li Stenbolê di damezrandina Komeleya Kurdistan de cih girt. Di sala 1909’an de li Colemêrgê, di sala 1918’an de jî li Amasyayê bû qeymaqam. Di sala 1923’an de dîsa vegeriya Silêmaniyê.

Di nav salên 1926 û 1950’ î de serokê rojnameyên "Jiyanewe" û "Jîn" bû. Di derbarê folklora Kurdî de gelek xebat birine serî. Pîremêrd wekî pêşevanê helbestvaniya kurdî ya nûjên jî tê hesibandin. Pîremêrd pirtûk û gotarên xwe kurdî, farisî, erebî û tirkî nivîsandine. Çend pirtûkên ku wî bi kurdî nivîsandin ev in:

Dozdeh Siwarên Merîwanê

Dîwanî Mewlana Xalidî Neqşîbendî

Çîroka Mem û Zîn

Mewlûda Dîwanî

Pirtûka Gotinan

Çîroka Mehmûd Axa Şewkel

Pêkenokên sala 1947

Yek ji hêmanên Kurdiya Soranî ye

Pîremêrd bi nivîsên xwe bûye yek ji hêmanên kurdiya bi soranî. Wî dîwanên helbestvanên ku bi zarava û devokên cuda nivîsandine wergerandiye zimanê dibistanê (soranî). Hin helbestvanên ku dîwanên wan wergerandine ev in:

Welî Dîwana, Besaranî, Şafî, Mela Welad Xan, Meczûb, Fexrul Ulema, Mela Cebarî û Ebdulah Beg Zengena.

Gora Pîremêrd li bajarê Silêmanî ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.