Xewa giran a Hirçê Cemserê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 10 Sibat 2024 - 00:52

Muzeya Xweza û Dîrokê ya Ingilîz her sal “Pêşbirka Fotografê Salê ya Jiyana Kovî” li dar dixe. Di nav 25 wêneyên de wêneyê “Hirçê Cemserê” yê Nima Sarikhani bû yekem. 75 hezar kesî dengê xwe da vî wêneyê ku ev yek weke rekorekê tê dîtin. Nima Sarikhani wênegirekî amator e û li Norwecê dijî.

Di wêneyê Nima Sarikhani de hirçekê cemserê li ser qeşayê di xew re çûye. Çawa ku ew ketibe xeweke giran. Midûrê Muzeya Dîrokî Dr. Düuglas Gurr ji bo wêneyê Nima Sarikhani got; “Dîmenê wî yê bi tesîr xweşikî û balkêşiya xwezayê nîşanê me dide.”

Nima Sarikhani qederê sê rojan li Giravên Svalbard ên Norwecê geriya da ku karibe vî wêneyî bigire. Wî jî ji bo wêneyê ku girtiye gotiye; “Pirr kêfxweş bûm ku ev wêneyê min xelat wergirt. Hemû kesên ku ev fotagraf dîtin hestiyar bûn. Pirsgirêka herî mezin ya insanan îro guherîna avûhewayê ye. Lê ez dixwazim ev wêneyê min bi xelkê re hêviyekê jî çêbike. Hîna jî wextê me heye, em dikarin hin tiştên li xwezayê ku em bûne sedema wan rast bikin.”

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.