Xayintî xencera li ser dil e

Nûçeyên Forum

Şemî 27 Nîsan 2024 - 00:10

  • Carina diçû rabuhiriyê, carinan vedigeriya dema tê de. Tişta didît dîroka berxwedan û xayîntiyê; êş û elema wê bû. Xwe bi xwe got: “Bê tifaqî; birîna kul e di temenê dîroka me de. Xayîntî; xencera li ser dil e…!”

OSMAN KAPAN

Te digot qey ezman qul bûye û baran jê tê xwar. Ew ne bes bû, bayê xerbî jî piştgirî didayê. Vê yekê hem serma zêde û dijwartir dikir, hem meşandin û bi servebûna rê zor dikir. Di vê şevtarî, serma û baranê de komeke gerîla berê xwe dabû çiyayê Metîna, ango hêlîna evînê û dimeşiyan. Di nava xwe de navê çiyan kiribûn, “Hêlîna Evînê“ Lewra ji bona wan ev çiyan, cihê xweparastin û şitildana azadiyê bûn. Xwedavendîtiyê li van deran dest pê kiribû û di hemû demên xetere de gelan xelasiya xwe di van çiyan de dîtibû û tim xwe li çiyan digirtin. Aşte ew jî da zû bigihin vê hêlîna evînê bi lez dimeşiyan. Piştî meşeke dirêj gihiştin quntara çiyê. Bi bayêbezê û bi hev re dar û qirşik dane hev, agirê gerîla vêxistin. Bi vî agirî hem xwe germ kirin, hem cil û bergên xwe ziwa kirin. Xwarina xwe xwarin. Hêlîn û Nûhat bûne notirvan, yên din xwe berdane pêsîra şîrîn de û ketin xeweke bê binî. Hingê westiya bûn di cih de raketin. Te digot qey henase nadin û nasitînin. 

Berê sibê ewrên reşî qetranî belav bûbûn, ezman çîksayî bû. Lêbelê hîn jî ba hêdî hêdî derdor dialast.

Ew du roj bûn ku di lihevdaneke bêhepa de bûn. Ji ber wê pirr westiyabûn, lewra hîç raneketibûn û bêhna xwe venekiribûn. Lê tişta ew qehr dikirin ne westandin û bê xewî bû, yên bi wan re di nava pevçûnê de bûn. Nedixwestin yên hemberî xwe bikujin, lê mixabîn di şer de, ji bo mirov bijî, divê yên li hember xwe tine bike! Vê mecbûriyetê ew diêşandin. Lewra yên li hember xwe jî mîna parçeyekî xwe didîtin. Ew jî zarokên vê axê bûn. Zêmar, êş, govend û gelnasiya wan heman bû. Lê koma gêrîla yên li hemberî xwe, “mirovên tehfdayî nava teqna xayîntiyê“ pênase dikirin. Ligel wê jî heya ji wan dihat, ji lihevdanê direviyan û ku mecbûr nemabana nediketin pevçûnê. Ji ber wê tim cih diguhartin.

Li quntara çiyê kêroşkek bi du xirnikên xwe re diçêriya, li benda rojhilat bûn. Lewra bi şev diçêriyan, bi roj xwe didane devereke bi ewle. Çivîk hêdî hêdî şiyar dibûn û amedekariya sibê dikirin. Car caran ew dengê wan ê xweş û zelal li derdorê olan dida. Kurt û kurmancî li warê evînê her tiştî xwe ji jiyana rojane re amade dikir…

Du refên kewê gozel li hemberî hev çok veda bûn, te digot qey ketine pêşbirka deng de, meydan ji hev re dixwestin. Dengê wan bi ser her tiştî diket û di çiyan de olan dida. Dengê wan dibû xofa mirinê û her du celebên kewa ketin cengeke giran de. Di wê navberê de çend roviyan duvê xwe danîbune ser piştê, dora devê xwe dialastin. Çawa be kewan dê hevûdin bê mecal bikira û wekî her car ji wan re bibûna xwarineke xweş! 

Îro ezman çîksayî, bê ewr, mîna camê dibiriqand. Heçkû vî ezmanî heya niha hîç ewr nedîtine û ewrên ku duh baran barandî ne lî ezmanî bûn. Lêbelê hîn jî şopên baranê diyar bûn. Hêlîn û Nûhat pişta xwe dabûne hev û derdor raçav dikirin. Demekê bi dengê kewan hilçenqîn û bala wan hemû kete wir.

Kêliyekê ew kew temaşa kirin. Dîtin ku rovî ji xwe bawer hêdî hêdî ber bi wan ve tên. Bi carekê xwe li nav her du refên kewa dan. Nêçîreke xweş û bê zahmet! Qismek kew xwarin yên din bi birîndarî firiyan. Ew dîmen li ser dilê Hêlîn rûnişt, bû sanco dil lê guvaşt û birînên dil xwînî kirin. Rondik ji dil fûrîn, şorahiyek li pey xwe hiştin û herikîn jêr. Gewrî şewitî çare ji îske îskê nekir. Dema Nûhat dît ku Hêlîn digirî, pirsî:

“Xêr e heval, çima tu digirî?“

Hêlîn ketibû deryaya xeyalan de, diçû hey diçû. Ji bona wê ne dengê Nûhat kir, ne jî bersiv da. Rondik hin zêdetir bûn . Nûhat êdî ne pirsî û ji xwe re got: “Duh hin hevalên me bûne cangorî, her hal ew hatin bîrê“ Ya rast dilê wî jî dişewitî ji bona hevalên wî yên bûyî cangorî. Lê wî rondikên xwe diwervandin nava mêlakên xwe. Qederekê welê li Hêlîn temaşa kir, dît ku giriyê wê bi dawî nabe, dîsa heman pirs kir. Vêcarê Hêlîn bihîst, gewriya xwe paqij kir û got:

“Li ser kewan digiriyam“

Nûhat ji gotina wê tiştek fêm nekir û bi çavên beloq lê nihêrî, te digot qey dixwaze tişta ku gotî di çavan de bibîne. Hêlîn hîn jî bi çavên xayîs derdor raçav dikir. Bes zanîbû ku Nûhat tiştek fêm nekir. Gotina xwe domand.

“Belê heval, ez li ser kewan digiriyam. Baş bala xwe bidiyê û raber bike, tê bibîne bê çiqasî dişibine me. Her du celeban bi hev re şer kir, ji taqet ketin. Rovî bê zahmet û hesanî ketin nav wan, têr xwarin. Ma îro welê li me jî nakin? Dugela dagirker, hevkarên xwe dişîne ser me, wizeya me hemû bi wan ve tê xerc kirin, ya wan jî welê. Ma roviya ferq xiste navbera celebê kewan? Na. Ji her du celeban jî xwarin. Sibero, dugela dagirker dê heman tiştî bîne serê wan jî. Mixabin ne di ferqa wê de ne. Gotineke gelê Ermen ji bo me Kurda heye, dibêjin: “Heke em bibin taştê, hûnê bibin firavîn.“ Nizanin tişta ku hatî serê Yezdanşêr, Qasim, Rayber û hwd. Dê sibero werê serê wan jî. Ez li ser siberoja me digiriyam..“

Sekinî, li derdora xwe nihêrî dest avête berîka êlek, kîsikê titinê derxist, titina pel bes pirr hişk bû. Lê tama wê gelekî xweş bû. Kesên hînî vê titinê dibûn zû bî zû nekarîbûn titineke din vexwin! Çixareyek stûr pêça, bi miza pêşî duxan hemû kişande hinavê xwe û piçek jî berneda, ahra xwe bi wê dişikand. Kîsikê titinê da Nûhat û bi dengekî lerzok axavtina xwe domand:

“Tu zanî heval çiqasî zor e, em jî ew jî zarokên vê axê ne. Bi heman zimanî diaxivin, heman stiranê bi heman meqamî distirênin, dîlanên me yek, gerdîşên me yek in. Kurt û kurmancî her tiştên me yek in, ji dervayî ramanê…”

Bi vî awayî axavtina xwe domand. Carina diçû rabuhiriyê, carina vedigeriya dema tê de. Tişta didît dîroka berxwedan û xayîntiyê; êş û elema wê bû. Xwe bi xwe got:

“Bê tifaqî; birîna kul e di temenê dîroka me de. Xayîntî; xencera li ser dil e…!”

Rojê qamekê avêtibû, li hemberî wan keriyek pezê mêşîn diçêriya. Dengê bilûra şivan bi nêwayekî xweş li derûdorê olan dida. Dengê wê bilurê Hêlîn û Nûhat ji deryaya xeyalan şiyar kiririn. Bi bayêbezê hevalên xwe ji xewê rakirin, kar û barê taştê qedandin. Dema ku taştê dixwarin, ji dengê bilûra şivan:

“Hevalno rabin

Serê zozana

Ji şiva çêkin

Tîr û kevana

Nema em ditirsin
ji koledara û neyara
Newroz newroz e
li vê cîhanê…”

Xwe li guhê wan pêça. Wê demê fam kirin ku îro Newroz e. Roja yekîtî û serketina Kurda ne. Hemûyan bêyî hevûdin di dilê xwe de daxwaza yekîtiyê kir…Da xencer dil neçirîne! 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.