Xaltîka Sorê û wesiyeta wê

În 24 Îlon 2021 - 02:47

Serî Gormez a ku li nav kurdistaniyên li Bremenê weke Xaltîka Sorê navdar bû, ji ber nexweşiya pençeşêrê kiras guhert. 

M.ZAHÎT EKÎNCÎ/AZÎZ ÇIFTÇÎ

Serî Gormez a ku li nav kurdistaniyên li Bremenê weke Xaltîka Sorê navdar bû, ji ber nexweşiya pençeşêrê kiras guhert. 

Serî Gormez a ji Wêranşahra ser bi Rihayê 78 salî bû û dayika 8 zarokan bû. Xaltîka Sorê yek ji rengên çalakiyên kurdistaniyan ên li Ewrûpayê bû. Ev qederê sal û nîvê bû ku Xaltîka Sorê ji ber pençeşêrê dihat dermankirin. Cenazeyê Xaltîka Sorê li Bremenê hat veşartin.

Di merasîma cenaze de Munewer Slîva got, Xaltîka Sorê jineke têkoşer bû û wiha peyivî: “Di çalakiyan hemûyan de cilûbergên wê yên Kurdî lê bûn. Ew dilsoza Rêbertiyê bû. Di wesiyeta xwe de jî gotibû, wêneyê Rêbertiyê li darbesta min bipêçin. Me wesiyeta wê bi cih anî.” 

Xaltîka Sorê ûoreûgern Kurdistanê li Wêranşarê bi navê ‘Telebe’ nas kiribû. Gava weke jineke Kurd û Êzîdî berê xwe da xerîbiyê, li Elmanyayê gelek ji wan Telebeyan ji nû ve dîtin. Wê zêhiniyeta hişk a kevneşop red kir û beşdarî çalakiyan hemûyan bû. Serê pêşî hinan ji nava civaka Êzîdî ev jê re kiribe eyb jî, ew ji ya xwe nehat xwarê.

Telebeyan çi digot, ew dikir

Xaltika Sorê beriya niha ji rojnameya me re gotibû, “Telebeyan çi bigota ew dikir. Ji bo Serxwebûnekê ew bi bisiklêtan 40 kîlometroyan diçûn. Niha weke ku her tişt guhertibe. Heger em ji hev hez nekin, xwedî li hev dernekevin, li vê xerîbiyê ma kî wê hez ji me bike. Çarenûsa me hemûyan bi hev ve girêdayî ye. Têkçûna me jî rizgariya me jî bi hev re ye.“
12’ê Mijdara 2016’an polêsê Kolnê di dema protestokirina rejîma Erdogan de, cilûbegên li ser wê qetandibûn, ji ber ku sembolên Kurdan û rengên kesk û sor û zer li ser wan bûn. Bi ser de jî 300 euro cezayê pereyan li wê hatibû birrîn. Xaltîka Sorê hingê gotibû “Berdêla wê çi dibe bila bibe, ez ê cilûberg û sembolên xwe her li xwe bikim. Polêsê Elman nikare pêşiyê li min bigire ku ez xwedî li nirxên xwe yên neteweyî derkevim. Ne heqê wan e, biqetînin û ji min bikin. Ez Êzîdî me, min cilûbergên xwe yên ku sembolên diyanetan hemûyan li ser bûn, ji bo protestokirina Erdogan li xwe kiribû.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.