Îdam xwar û ji hepsê revî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 20 Tîrmeh 2023 - 04:54

Şoreşger, nivîskarê çapemeniya azad û nivîskarê romana “Dağdan Kopan Özgürlük” Abdulkadir Konuk, li bajarê Elmanyayê Kolnê pêr êvarê 76 salî wefat kir.

Abdulkadir Konuk ji ber ku piştî cezayê îdamê lê hat birrîn, karî ji hepsa deweta Tirk bireve, hîna di saxiya xwe de efsaneyek bû. Ji mamostiyê heta bi boyaxkeriyê, wî gelek kar kirin. Ji ber ku wê berxwedana Tarişê bi rêxistin kiribû, cezayê îdamê lê hatibû birrîn. Sala 1989´an, gava ew di hepsê de, ji ber nexweşiya dil ew birin nexweşxaneyê û bi çalakiyeke çekdar ew ji hepsa dewleta Tirk hat revandin. Paşê jî ew sirgûnî Elmanyayê bû. Gava ku ji hepsê serketî reviya, dewleta Tirk ji bo wî fermana “guleberdanê” da.

 

Çû cem Ocalan

Ew di rojnameyên Yeni Ulke, Ozgur Gundem, Ozgur Politika de xebitî û nivîskariya wan jî kir. li Geliyê Beqayê, li Libnanê wî bi Rêber Abdullah Ocalan û gerîlayan re roportaj kirin. 

Romana wî ya li ser jiyana Ocalan û gerîlayan jî ji Weşanên Belge derketibû. Kitêb çawa hat weşandin, dewleta Tirk ew qedexe kir. 

Dewleta Tirk, Abdulkadir Konuk, tevî ku sirgûn jî bû, ji ber rojnamevanî û nivîsên wî gelek caran dadgeh kir û ceza lê birrîn. Dewleta Tirk ji dewleta Elman jî xwestibû Abdulkadir Konuk teslîmê wê bike. 

Abdulkadir Konuk sala 1947’an li Erzînganê’ hatibû dinê. Sala 1966’an ji Dibistana Kuran a Gumuşhaneyê mezûn bû û mamostetiya gundan kir. Abdulkadir Konuk li hepsên Şirinyer, Buca, Selimiye, Sultanahmet, Burdur, Ermenek, Konya, Çanakkale û Sagmalcilar ragirtî ma. 

Ez çawa ji hepsê revîm!

Abdulkadir Konuk bi xwe wiha behsa reva xwe ya ji zindana dewleta Tirk dike:  Ez ketim odeya muayenekirinê. Kelemçe vekirin. Li cem min başçawişek hebû. Bijîşk ez li ser cih dirêj kirim. Ji ber ku bi biryara Yekîtiya Hekîmên Tirk ne dibû kesekî çekdar di hundir de be, başçawiş bê sîleh bû. Hingê, derî bi carekî vebû. Kesekî du esker ji milên wan zemt kiribûn û kete hundir. Kesekî din jî berê sîleha xwe dabû hundir û got, “Bila her kes xwe li erdê li binê masê dirêj bike”.  Bijîşk û xebatkarên nexweşxaneyê bi ya wî kirin.  Ez ji ser cihê hilpekîm û min serê başçawiş kire bin çengê xwe. Eskerekî Kurd hebû, wî xwe neavêt erdê. Wê bi destê kesê sîleh di destê wî de girt û berneda. Bejna başçawişî kinik bû, berê sîlehê jî li min bû. Ez pehînan diavêjim eskerî, lê ew xwe naavêje erdê. Min ji başçawişî re got, “Bêjê bila xwe biavêje erdê!” Nabêje. Hingê min ji kesê sîleh di destê wî de got, “Guleyê berde vî” hingê wî jî ji eskerî re got, “Xwe biavêje erdê”, esker bi ya wî kir. Min başçawiş berda. Sîlehek dan min. Min pêşî berê xwe da pencerê, lê hevalî got, “Em ber bi derî ve biçin”, ez ber bi derî ve beziyam... Hevalan ez xistim nava qutiyeke mezin a televizyonê. Di ber min de du sîleh hebûn û eynî weke di malzaroka diya xwe de bim, di kamyonekê de pênc saetan ez rê çûm. Di dawiyê de gotin, “derkeve”. Em hatibûn ber perê behrekê. Ji wir ez li kelekeke bi motor siwar kirim û em çûn giravekê. Li wir kelekek piçûk dan min. Min bi bêrikan xwe di pênc saet û nîvan de gihand giraveke Yewnanistanê. Şensê min hebû, li ezman heyveke mezin a çardeşevî hebû û derya jî weke deşteke rast bû. Sibehê saet nehan ez gihiştim girava Lesnosê. Ji wir ez birim kampa Lavrionê ya nêzî Atînayê. Ez nîv saetê paşê ji wir revîm û min xwe gihand gundekî. Paşê rêxistinê biyar da: Ew ê bê Elmanyayê…

KOLN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.