Wênevan Evran wefat kir

Çarşem 4 Çile 2023 - 03:17

Mamosteyê wêneyan Ozgur Evran, pêr li mala xwe ya li Amedê wefat kir. Ozgur Evran di Pêşbirka Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter de di beşa karîkaturê de 3 caran hêjayî xelatê hatibû dîtin. Ew her wiha xwedî albûmeke muzîkê bû. Ozgur Evran doh êvarê li mala xwe ya li Amedê wefat kir. Li gorî agahiyan Ozgur Evran bi xwe dawî li jiyana xwe aniye.

Ozgur Evran wêneyê hovîtiya dewleta Tirk xêz kiribû; wî zilma ku dewleta Tirk li bavê Hakan Arslanî Alî Riza Arslan kiribû resimandibû. Dewleta Tirk hestiyên şehîd Hakan Arslan di kîsekî de radestî bavê wî kiribû. 

Serdanên sersaxiyê li Mala Şînê ya TOKÎ ya li Seyrantepeya Amedê ji bo Evran tên qebûlkirin.

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.