Apê Rifet wefat kir

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 23 Gulan 2023 - 02:23

MÛRAT AYDIN/NURNBERG

 

Apê Rifet bi navê xwe yê nasnameyê Rifat Çelebî li nexweşxaneya lê derman dibû, wefat kir. Apê Rifet bavê ji endamên damezrêner ê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) Huseyîn Çelebî bû. Huseyîn Çelebî sala 1992’yan li Heftanînê şehîd bûbû.

Welatparêzê Kurd Apê Rifet, ev du hefte bûn li nexweşxaneya Halletwiese Hospital a li Nurnbergê dihat dermankirin. Ji ber nexweşiya dil, zexta zêde ya xwînê û bêhntengiyê Apê Rifet ê 87 salî dihat dermankirin. 

Apê Rifet, di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de xwe weke welatparêz da ber tevahiya wezîfeyan. Ew sala 1937´an li Dêrsimê, li navçeya Mazgîrtê hat dinê. Gundê wî dikeve ber qirkirina sala 1937-38´an. Apê Rifet ji bo ku leşkeriyê ji dewleta Tirk re neke, xwe dide alî, lê tê girtin û bi zorê leşkeriyê pê didin kirin. Apê Rifet paşê di keştiyan de dixebite û li seranserê dinyayê digere. Ew li Emerîkayê çend mehan dimîne, lê tê girtin û wî dersînor dikin. Ew salên 1960´î weke karker diçe Elmanyayê. Li wir bi keseke ji Derya Reş re dizewice û du zarokên wî çêdibin. 

 

Sala 1974’an Huseyîn bire meşê 

Yek ji zarokên wî, ji endamên damezrêner ên YXK´ê û serokê rûmetê yê YXK´ê şehîd Huseyîn Çelebî bû. Ew hîna zarokên wî piçûk in, ji wan re behsa Kurdistanê û Têkoşîna Azadiyê dike. Huseyîn Çelebî sala 1967´an hatiye dinê. Apê Rifet wî sala 1974´an dibe meşeke protestoyî ya li Hamburgê. Ew di xebatên komeleya destpêkê ya tevgera rizgariya Kurd a li Hamburgê jî cihê xwe digire. Ew salên 1980´yî di gelek xebatên girîng de cihê xwe digire û di salên 1990´î de jî ew dibe ji kedkarên Heyva Sor a Kurdistanê.

 

Dixwaze şer bike 

Apê Rifet di nîvê salên 1980´yî de diçe Bekaayê, li wir bi Rêber Abdullah Ocalan re dipeyive û jê re dibêje, ew dixwaze şer bike. Ocalan jê re dibêje, “Va ye tu 50 salî yî. Karên te ji bo me muhim in. Tu li Ewrûpayê karên xwe dewam bike.”

Ji ber zextên dewleta Elman, nexasim gava ku Huseyîn dikeve hepsê di navbera 1988 û 1992´yan de, ew li Nurnbergê bi cih dibe. Ew timî di xebatên Tevgera Azadiya Kurd ên li Ewrûpayê de çalak bû. Ji sala 1993´yan ve ew tevlî tevahiya merasîmên xelatdayînê yên Xelatên Wêjeyê yên Huseyîn Çelebî bû. Di merasîma herî dawî ya li Stuttgartê de wî got, “Ez 86 salî me û heta bikevim gorê jî ez ê vê têkoşînê dewam bikim. Ez ê deynê xwe bidi. Ciwanino, xwedî li nasname û zimanê xwe derkevin.”

Wî herî dawî di kursiyê seqetan de û bi tupê oksîjenê dengê xwe dabû û gotibû, “min dengekî xwe da da Yeşil Sol Parti yek jî da Kiliçdaroglu. Bi dengekî her tişt diguhere. Nebêjin, ez dengê xwe nedim tiştek nabe. Ji kerema xwe, biçin dengê xwe bidin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.