Oxir be kedkarê salan

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 10 Tebax 2023 - 01:21

Welatparêzê Kurd, kedkarê salan Mahmût Yilmaz, li bajarê Munchen ê Elmanyayê Şemiya derbasbûyî xwe kuşt. Di xwekuştinê de para zextên dewleta Elman jî hebûye.

Sala 1981'ê ku hingî 17 salî bû, li Elmanyayê hat gel bavê xwe yê ku karker bû. Mahmût Yilmaz zewicî û bavê çar zarokan bû. Yilmaz ku ji ber çalakiyeke dagirkirina komeleyê sala 1996'an 2,5 salan li girtîgeha Elmanyayê hate hiştin, di navbera salên 1999 û 2000'î de rêveberî ji YEK-KOM'ê re kir. Ji bo Yilmaz doh li Komeleya Elewiyan a Munchenê merasîma cenazeyê hate lidarxistin. Cenazeyê Yilmaz piştî merasîmê şandin Stenbolê da ku li gel gorên dayik û bavê xwe bê veşartin.

MUNÎH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.