Yadê Samiya Dogan rehmet kir

Nûçeyên Jin

În 14 Cotmeh 2022 - 04:34

Yadê Samiya Dogan (Yadê Samo) di 82 saliya xwe de rehmet kir. Yadê Samo heta nefesa xwe ya dawîn ji bo gelê Kurd û Rêbertiyê xebitî û têkoşiya.

Yadê Samo, dayika şehîd Gulçîn û şehîd Rahîme bû. Yadê bi têkoşîna xwe ya li hemberî neheqî û mêhtingeriyê dihat naskirin. Ji bo Yadê wê roja şemiyê li bajarê Elmanyayê Kerpenê teziye bên qebûlkirin û bibîranîna wê jî li bajarê Durenê were kirin.

Pênc keç û du kurên Yadê Samo çêbû. Kurê wê Abdurahîm di 8 saliya xwe de wefat kir. Di zewacê de şidet lê hate kirin, wê li hemberî şidetê li ber xwe da. Di sala 1984’an de wê û hevserê xwe, hev berdan û zarokên xwe anîn cem xwe. Ji bo debara malê û xwendina zarokên xwe li bajarên cihê yên Tirkiyeyê di karên pembû û findiqan de xebitî.

 

Dayika du şehîdan bû

Bi saya Koçere (Îsmaîl Dogan) ê ku tevlî Têkoşîna Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK’ê bû û piştre şehîd bû, wê PKK nas kir. Koçere biraziyê hevserê wê bû ku hev berdabûn. Piştre mala wê ya li Midyayê bû ‘biryargeheke’ piçûk a ku gerîlayên PKK’ê û sempatîzan dihatin wir.

Di nav malbatê de pêşî keça wê Gulçîn Dogan (Mizgîn Hêvî) berê xwe da çiyê. Gulçîn li gundê Serêgir ê Hezexê di Tîrmeha 1993’yan de şehîd bû, bi vê re zexta li ser Yadê jî zêde bû. Ji bo ku ji Midyadê derkevin, hefteyek mohlet dan wê. Tevî malbata xwe di Îlona 1993’yan de ji Midyadê derket. Pêşî çûn Stenbolê û piştre berê  xwe da Romanya û Elmanyayê. Li wir bû penaber. Piştî demeke kurt keça wê Rahîme Dogan (Agirî Jînê) ji Ewrûpayê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Rahîme di Gulana 1998’an de li Çiyayê Cûdî şehîd bû.

 

Li her derê di çalakiyan de bû

Yadê ya ku jineke welatparêz û serbilind bû, heta ku nexweşiyên wê giran bûn, li her dera Ewrûpayê tevlî gelek çalakiyan bû. Ew tevlî gelek grevên birçîbûnê, meş, mîtîng, nobetên azadiyê, civînên bibîranînê bû.

Yadê Samiya Dogan a ku bi berxwedêriya jinê ji derdora xwe re bû çavkaniya hêzê, bû yek ji sembola welatparêziya li Ewrûpayê.

Yadê Samiya Dogan di 2’ê Cotmeha 2022’an de li bajarê Durenê yê Elmanyayê ji ber nexebitîna organan, wefat kir. Cenazeyê wê şandin Kurdistanê û di 6’ê Cotmeha 2022’yan de hate veşartin.

ji bo Yadê serdanên taziyê wê 15’ê Cotmeha 2022’yan li Navenda Çanda Elewiyan a Kerpenê û 16’ê Cotmeha 2022’yan Durenê bên qebûl kirin û ew ê bê bibîranîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.