Apê Namet jiyaneke Kurdewarî bû

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 17 Çile 2023 - 00:21

AHMET KAYA/HANAU

 

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Hanauyê, yekşema bihurî Apê Namet hat bibîranîn. Apê Namet ji welatparêzerên darî çav ên Hanauyê bû û Tebaxa bihurî ji ber nexweşiyeke giran wefat kiribû. Malbatê sersaxiyên xelkê qebûl kirin û paşê hevrêyên wî behsa wî kirin. 

Apê Namet hem ji welatparêzên darîçav bû û hem jî dengbêjek bû. Wî di çalakiyên Kurdan de timî cilûbergên neteweyî li ber xwe dikirin. Apê Namet (Nimet Seven) li navçeya Bedlîsê Tetwanê, li gundê Qurteka sala 1945´an hatibû dinê. Ew sala 1972´yan weke karker çûbû Elmanyayê. 

Hunermend Amele wiha behsa Apê Namet kir: “Carinan apê me, carinan bav, xal, û carinan jî hevalê me bû. Em berê 10 ta 15 hunermendî li mala wî dibûn mêvan. Ew hem mala me bû û hem hevalê me bû.” 

Nivîskarê me Fêrgîn Melîk Aykoç jî ji bo  Apê Namet got, “Min ti kesî weke wî di emrê xwe de nas nekir. Di meşa 1´ê Gulanê ya 1984´an de Namet û çend hevalan cil û bergên Kurdî li ber xwe kiribûn. Tevgera ´Halkin Birligi´ li dijî tevgerê belavok belav dikir. Heta em gihiştin cem wan, Apê Namet derbek li belavkerê belavokê xistibû. Organîzasyona yekê ji şevên destpêkê yên li Hanauyê jî bi pirranî wî kiribû.” 

 

Ji bo Serxwebûnê xwe deyndar kir

Kirîvê wî Aydin Demir jî wiha behsa Apê Namet kir: “Hevalek hat û got, em ê Serxwebûnê biweşînin, lê pere nînin. Hingê Apê Namet û hevalekî din çûn, krêdî kişandin xwe deyndar kirin. Di meşa pêşî ya dirêj a li Ewrûpayê de wî di milê ji Hanauyê ber bi Bonnê wî li pêşiya ciwanan cihê xwe girt. Em ê li ser rêya wî bimeşin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.