Xemxurê ziman û çanda Kurdî mamoste Fevzî Ozmen, gelek xebatên bi qîmet birin serî; piştî emrekî têr û tijî li sirgûniyê serî danî. Dost û hevalên wî soz dan ku ew ê xebatên wî yên nîvco temam bikin û bi vê sozê mamoste oxirkirin ji bo Kurdistanê.
ARAT ARARAT
“Kurdên li dîasporayê yên di bin 40 salî de zimanê xwe yê zikmakî pirr kêm dizanin. Yên di bin 20’an de jî ji wan kêmtir dizanin. Heger bi vî awayî dewam bike piştî 30 salên din, Kurdên li dîasporayê dê zimanê xwe ji bîr bikin. Ji lewma, divê em hay ji zimanê xwe hebin û lê xwedî derkevin.” Fevzî Ozmen sala 2020’an di hevpeyvîneke min li gel wî de wiha hişyar kiribû. Ev tehlûkeya ku wî behsa wê kiribû, niha ji bo Kurdan êdî weke wesiyetekê ye.
Mamoste Fevzi Ozmen ji sala 1993’yan ve sirgûnê Elmanya bûbû. Ji ber newxeşiya penceşêrê wî wefat kir. Gava di 17’ê Îlonê de nexweşiyê zora wî bir, ew 80 salî bû. Hevalên wî ji bo wî bi rê bikin Kurdistanê, li bajarê Hagen hatin gel hev. Mamoste, ev 30 sal bûn nikaribû biçe Kurdistanê. Di şîna wî de stranên bi Kurdî hatin gotin û hestên kurdewar peyda bûn bi haziran re. Kesên ku cara dawî xatir jê xwestin, hevalên wî bi gotinên xwe çawa ku semînereke dawî ya bi Kurdî bidin, tevgeriyan.
Înstîtûya Kurdî ya Elmanyayê, Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê (YMK), CÎK, Tevgera Jin, TEV-ÇAND, YEKMAL, KOMAV, KCDK-E, KON-MED, KNK, FEDA, PENa Kurd, Parlementerê YSP’yê George Aslan, nivîskar Ahmet Kahraman, Siyasetmedarê Kurd Hacî Ehmedî û hunermend Hozan Şemdîn û Hozan Aydin tevlî merasîma ji bo Fevzî Ozmen bûn û gotin, “Oxir be mamoste” û mamoste bi vî awayî oxir kirin Kurdistanê.
Di şîna mamoste de gelek hevalên wî hazir bûn. Me ji wan kesên ku pê re xebitîbûn û têkoşîneke hevpar meşandibûn xwest ew behsa mamoste bikin. Piştî çûyîna mamoste hevalên wî her çend xemgîn bin jî dilê me nehiştin û hewl dan ku behsa Fevzî Ozmen bikin.
Di rêya wî de ji bo têkoşîna ziman
Ji Înstîtûya Kurdî ya Elmanyayê Aysel Avesta Aydin da zanîn ku ew 10 salan bi mamoste Fevzî Ozmen re xebitiye û di dema xebatê de wî ti carî xwe ji xebatan dûr nexistiye. Li gel ku temenê wî mezin e jî bênavber dixebite. Aysel Avesta got; “Têkoşîna ziman û çanda Kurdî ji têkoşîna jinê cuda nedikir. Wî beriya bi 40 salan baweriya xwe bi têkoşîna jinê anî bû. Em jî weke jinên Kurd soz didin wî; çawa ku em ji bo serokê xwe têdikoşin em ê bi heman awayî ji bo azadiya zimanê Kurdî jî têbikoşin.”
Em ê xeyalên wî pêk bînin
Şemdîn Colemêrg jî yek ji hevalên mamoste yê înstîtûyê ye. Di şîna mamoste de gelekî hestiyar bû, piştî ku hinekî aram bû wiha behsa mamoste kir, “Gava ez hatim Elmanyayê, min ji xwe re digot, ez bi Kurdî dizanim. Lê piştî min mamoste nas kir, ez pê hesiyam ku Kurdiya min qels e. Ew bû mamosteyê min yê Kurdî. Projeyên me hebûn bi hev re. Pirtûkên ku ji bo dersên gramera Kurdî hazir kiribûn, niha li çapxaneyê ne. Çîrok û helbestên ku wî nivîsandine, hene. Em ê ji bo van xebatên wî yên nîvco mayî, komîsyonekê ava bikin û xebatên wî yên nîvco temam bikin. Soza min ji bo mamoste ev e; ji bo ez xeyalên wî pêk bînim ez ê bixebitim.”
Di hemû xebatên Kurdî de hazir bû
Endamê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistan (YMK) û mamosteyê zimanê Kurdî Mahmut Aydin jî behsa berxwedana Fevzî Ozmen ya ji bo zimanê Kurdî kir û her wiha xebatên wî yên bi YMK’yê re jî bi bîr anîn û got; “Sekneke wî ya pirr cidî hebû li hember asîmîlasyona zimanê Kurdî. Bi ruhê Ehmedê Xanî ziman û çanda Kurdî diparast. Me weke YMK’yê tevî wî bi qasî 25-30 pirtûk derxistin. Keda mamoste di van pirtûkan de gelek e. Derbarê ziman de xebatek li ku derê hebûya, mamoste jî li wir bû. Hemû hêza xwe ji bo zimanê Kurdî xerc dikir. Di damezirandina YMK’yê de cih girtibû. Her wiha endamê rûmetê yê YMK’yê ye jî. Dilê wî weke Çiyayê Agirî bilind û weke Çiyayê Cûdî jî berxwedêr bû. Bi mezinan re mezin û bi piçûkan re jî piçûk bû. Ez jî nizanim em ê cihê wî çawa dagirin. Wî xebata ji bo ziman û çanda Kurdî weke peywirekê danî ber me û ev yek weke berpirsyarî li ser milê me ye.”
Kesekî dilnizm bû
Nûnerê KNK’yê Ahmet Aktaş tevlî şîna mamoste bûbû. Mehmet Aktaş ê ku gelek hevalên xwe ji xeribiyê şandibûn Kurdistanê, ji bo hevalê xwe 30 salan mamoste Fevzî Ozmen jî got; “Ew evîndarê çanda Kurdî bû û dixwest xelk bi qedrê çanda Kurdî zanibe. Kesekî afirîner bû û di gelek waran de xebat biribûn serî. Her tim digot; ‘Em çawa bikin em ê karibin dawî li vê asîmîlasyona Kurdî bînin?’ Li înstîtû, PEN û KNK’ê em tim li gel hev bûn. Kesekî dilnizm bû. Hay ji nirxên xelkê xwe hebû. Her tim dixwest xebatên înstîtûyê berfirehtir bike. Ji îro pê ve em ê bibin şopdarê doza wî û bi vê armancê bixebitin.”
Ziman biçe tiştek namîne
Kakşar Oremar ê ku ji rojnameya me re jî gelek caran dinivîse, mamoste Fevzî ji nêz ve dinase. Gava ku em bi hevalên mamoste re dipeyivîn, wî jî xwe nêzî me kir û got, “Ez jî mamoste nas dikim.” Kakşar Oremar ji bo Fevzî Ozmen got; “Evîna wî ya ji bo Kurdî evîneke îlahî bû. Wî dixwest bi xebatên ziman tesîrê li xelkê bike. Di sohbetekê de min jê pirsî, ‘Mamoste ev israra te ya ji bo zimanê Kurdî ji bo çi ye?’ wî jî li min vegerand û got; ‘Lawê min, heger ziman were jibîrkirin dê her tişt bi dawî bibe. Li vê dinyaya global ji bo Kurdan du rê hene. Yek baş û yek jî xerab e. Tişta baş ew e ku ku bi saya serokatiyê her çar parçeyên Kurdistanê nêzî hev bûn. Tişta xerab jî ew e ku em nikarin torên civakî bi kar bînin. Em ji van torên civakî sûdê wernagirin û ji bo zimanê xwe naxebitînin.’ Piştî ku nexweşî lê peyda bûbû, dîsa min ew dît. Di wê hevdîtinê de jî wî got; ‘Kakşar bavê min ji min re digot, min Kurdistan nedît kurê min û wisa tê xuyanê ku hûnê jî nebînin. Niha ez nexweşim û tiştên ku bavê min got, rast derketin. Heger rojekê Kurdistan azad bû were pêşî gora Ehmedê Xanî û paşê jî ya min bibîne.’ Di şînê de em hemû bi Kurdî axivîn. Wisa bawer dikim ku dilê wî şa bû û hêvî dikim em keda wî ya ji bo ziman ji bîr nekin û lê xwedî derkevin.”
Hevrêyê mutewazî yê 60 salan
Harun Sever ê ku ev 60 sal in mamoste nas dikir jî li şînê bû. Wî mamoste, sala 1972’an nas kiribû. Mamoste hem xizm û hem jî hevrêyê wî bû. Wî jî behsa mamoste kir û got; “Gava ku ez çûm Stenbolê, zanîngehê bixwînim min ew nas kir. Ji wê rojê heta îro, em ji hev neqetiyan. Mirovekî mutewazî bû. Ti carî bi zanînê pesnê xwe nedida. Pirr dixwend, belkî jî wî bi hezaran pirtûk xwendine. Hevaltiya wî ya 60 salan dê ti carî neçe ji bîra min. Gava ku bi nexweşiya xwe hesiya got, ‘Min xebatên xwe nebirin serî. Şeş projeyên min hebûn, lê nîvco man. Xwezî vê nexweşiyê bihişta ez van projeyên xwe temam bikim.’ û ji ber sedema nexweşiyê pirr xemgîn bû. Xebatên wî yên ku nîvco mane li gel me ne. Dê hevalên wî werin ji me bigirin.”
Ozmen li gundê Şorax spartin axê
Li ser wesiyeta mamoste, cenazeyê wî li gundê Şorax ê ser bi navçeya Çad a Erziromê spartin axê. Parlamentera YSP’ê Meral Danış Beştaş li ser gora Fevzî Ozmen axivî û balê bire ser nivîskar, ronakbîr, siyasetvan û hunermendên ku li sirgûnê ne: “Ji ber zextên dewleta Tirk û polîtîkayên wê yên dijminane, xelkê Kurd mecbûr dimîne li xerîbiyê bijî. Mamoste Fevzî ji bo zimanê Kurdî, xelkê xwe û Kurdistanê nîşaneyeke berxwedêriyê bû. Bi salan ji bo Kurdî xebitî û mirovekî bi rûmet bû. Oxir be mamoste.”