Li Enqerê dersên Kurdî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 5 Cotmeh 2023 - 16:23

Komeleya Ziman, Çand û Huner a Ankayê (Anka-Der) dest bi dersên ziman ên heyama nû kir. Hevserokê Komeleyê, Zekî Gonultaş got, ew li dijî polîtîkayên bişaftinê ji bo parastina zimanê Kurdî têdikoşin.

Anka-Der ji sala 2022’yan ve li Enqereyê xebatên xwe bi rê ve dibe û hevserokê wê Mehmet Zekî Gonultaş têkildarî heyama nû û xebatên komeleyê axivî. Wî got, ew xwe ji bo heyama nû amade dikin, wê di vê Cotmehê de ders dest pê bikin.

Gonultaş bi bîr xist ku piştî KURDÎ-DER li Enqereyê bi KHK’a sala 2016’an hat girtin saziyên ku dê perwerdehiya ziman bidana nemabûn û wan li ser hewcedariyê Anka-Derê vekiriye. Gonultaş da zanîn ku komeleya wan bala ciwan, xwendekar û welatiyên Kurd dikişîne ser xwe û got, “Polîtîkayên bişaftinê li ser zimanê Kurdî hene. Li saziyên fermî yên dewletê, Kurdî hê jî nayê qebûlkirin. Em behsa mafê hemwelatiya wekhev dikin. Em qala mafê zimanê dayikê dikin. Em dibêjin pêwîst e ku Kurdî bibe zimanê fermî û perwrdehiyê. Ev rewş ji hewcedariyê wêdetir, mafê me yê mirovî ye.”

Gonultaş anî ziman ku armanca wan ew e ji bo zindîhiştina Kurdî têbikoşin û got: “Em ji bo mafê perwerdeya bi zimanê xwe li ber xwe didin. Me komele, bi armanca parastin û bipêşxistina Kurdî ava kir. Ji bo Kurd zimanê xwe ji bîr nekin, karibin bi zimanê xwe bixwînin, binivisînin, bi zimanê xwe huner bikin, ev komeleyên bi vî rengî hatine avakirin.” 
 

Heta bi asta mamostetiyê wê biçe

Gonultaş destnîşan kir ku ew bi Kurmancî, Kirmanckî û Soranî dersan didin û wiha axivî: “Xelkê me yên li Enqerê elaqeyeke baş nîşanî dersên me dide. Em di sê astan de dersan didin. Piştî ku xwendekar her sê astan diqedînin, dikarin beşdarî asta dersa mamostetiyê bibin. Em sertîfakayê didin xwendekarên xwe. Me par 34 sertîfa dan xwendekarên xwe. Şagirtên me ku mamostetiyê heq dikin, dikarin paşê li saziyeke din dersê bidin xwendekaran.”

Gonultaş saziyên heyî bi nirx dibîne, lê dibêje, lê ev xebat têra bi milyonan Kurdan nakin.

Zekî Gonultaş diyar kir ku di kargêhên heyama nû de ew ê her sê mehan carekê, dersan bidin destpêkirin û got: “Perwerdehiya me li ser ziman û huner dewam dike. Van rojan wê dersên me dest pê bikin. Niha hê jî qeydên me didomin. Em polên xwe ava dikin. Em ê bi Kurmancî, Kirmanckî û Soranî dersan bidin.”

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.