Geşkirina têkoşîna zimanê Kurdî

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 6 Mijdar 2023 - 02:58

Li Berlînê, li hola AWO-Begegnungzentrumê bi beşdariya gelek akademîsyen, nivîskar û rojnamevanên Kurd civînek ji bo geşkirina xebatên di van waran de yên ji bo geşkirina ziman û çanda Kurdî hat lidarxistin. Di civînê de nivîskar Ahmet Aktaş got, “gava ez xizmeta zimanê Kurdî dikim, weke ku xwarineke tamxweş dixwim.” 
Civîna li Berlînê bi moderatoriya Şerîf Derînce bi rê ve çû. Di dema civînê de nûnera Înstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê li Elmanyayê Meral Şîmşek got, “Weke nûnera Înstîtuya Kurdî û nivîskar ez li vir im. Xebatên min ên li ser dîrok û çanda Kurdî hene. Ev bûn 5-6 meh ez van xebatan dikim. Ji bo ku em bi hev re çand û zimanê xwe li Ewrûpayê geş bikin em li vir in. Li hemberî siyaseta asîmîlasyonê ya dagirkeran, divê em çand û zimanê xwe vejînin. Ji ber wê plansaziya me ya xebatên di warê Kurdolojiyê de heye.”

 

Xebata ji bo Kurdî tamxweş e

Nivîskar Ahmet Aktaş jî li ser heman babetê got, “Di van xebatan de weke miletê Kurd di vî warî de em dereng man. Yek ji warên têkoşîna me ev war e. Serê pêşî, dagirkeran hewl daye ziman û çanda miletên dagirkirî ji holê rakin. Gava ez xizmeta zimanê Kurdî dikim, weke ku xwarineke tamxweş dixwim. Niha gava vê xebatê dikim jî bi vê tama xweş şa dibim. Ev 4-5 sal in xebatên Înstîtuyê lawaz bûne û em weke rewşenbîrên Kurd li vir civiyane da ku minaqeşe bikin ka em çawa van xebatan ji nû ve geş bikin, em dikarin ji bo vê çi bikin.”.

Di civînê de li ser wê yekê hat axaftin ka ji bo vekirina Înstîtuya Kurd li Berlînê kîjan rê û rêbaz wê werin tercîhkirin. Bi biryara avakirina komîsyonên çarkesî û pêşniyazên beşdaran, civîn bi dawî bû.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.