Şêwezarê Soranî li Google zêde kir

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 11 Cotmeh 2023 - 16:27

HERÊM QADIR / ROJNEWS / HELEBCE

Bokan Caf cuwanek e ji Helebceyê û wî bi ked û westaneke zêde kariye şêwezarê Soranî li nava Google beşa wergerê de bi cih bike da ku mîna zimanên din ên cîhanî were bikaranîn.

Bokan Caf, ev çend sal in piştî hewildan û westanek zêde, yekem car kariye li nav bernameya Google de di nav beşa wergerê de şêwezarê Soranî bi cih bike da ku wek zimanên din ên cîhanî xelk bikare sûdê jê wergire.

Bokan Caf derbarê kar û xizmeta xwe ya ji bo Kurdî û bi cîhanîkirina wê de axivî.

 

Kurdiya çalak a di Google Chrom de

Bokan Caf diyar kir ku wî kariye wergerana şêwezarê Soranî li nav bernameya Google de zêde bike, lê nekarîne heta niha jêrnivîsa dîmenan bikin bi teksta Kurdî. Caf got, “Lê cihê kêfxweşiyê ye ku êdî niha welatî dikarin Kurdî di Google Chrom de çalak bikin û vîdyoyan bi jêrnivîsa Kurdî wergerînin.”

Bokan Caf eşkere kir ku dema mirov niha li filmekî temaşe bike, di jêra wê de bi şêwazê tekstê, wergera wê tê nivîsîn, ji wê derê jî dikarî kopî bikî û ji bo karekî din jî bi kar bînî. Di dewamê de Bokan Caf diyar kir ku ew niha li gel berpirsên şirketa Google di nava peywendiyan de ye da ku bikarin deng ji bo wergerana zimanê Kurdî-Soranî zêde bikin.

 

Pêwîstî bi 800 saet dengî heye

Derbarê aktîfbûna dema projeya deng a bi şêwezarê Soranî de jî Bokan Caf got; “Niha kompanya Google kar li ser softwarekê dike ji bo bikarin bi rêya wê dengê xelkê Herêma Kurdistanê wergire. Pêngavên gelek baş hatine avêtin, tenê li benda aktîfbûna softwara şirketa Google ne. Lê pêwîstiya me bi nêzî 800 saet deng heye ji bo bikarin dengên pêwîst ji bo zimanê Kurdî yê navendî bi dest bixin.”

Di dawiyê de jî Hawkar Caf got: “Niha datayeke deng li ber destê me nîne, da ku Google bi kar bîne. Pêwîstiya me bi 800 saet dengê hatî piştrastkirin heye ji bo robotek fêrî zimanê kurdiya navendî bibe. Da ku ew robot bikare wergerê ji dengan re bike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.