Tolê li Japonyayê jî ji Kurdî dihilîne

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 30 Mijdar 2023 - 02:08

  • Vakkas Çolak bi dersên Kurdî yên li Komeleya Çanda Kurdî ya li Japonyayê tê nasîn; dewleta Tirk navê wî xist lîsteya desteserkirina mal û milkan û bi vî awayî ji ber ku dersên Kurdî li Japnayayê dan, tolê ji Vakkas Çolak dihilîne.  

REWŞAN DENIZ / FRANKFURT

Dewleta Tirk di rojnameya xwe ya fermî de lîsteya 20 komele û weqfan, û navê 62 kesan weşand û da zanîn ku wê biryar daye mafên mal û milk ên wan kes û saziyan bicemidîne. Ev biryara di rojnameya fermî de hatiye weşandin, ya wezareta Xezîne û Maliyê ya Tirk e. Derket holê ku ti mal û milkê van sazî û kesayetan li Tirkiyeyê nîne.

Di lîsteyê de 6 kesên li Japonayayê jî hene û yek ji wan jî Vakkas Çolak e, wî ji me re got, “Tirkiye li meydana dîplomatîk hewl dide Kurdan krîmînalîze bike. Ji bo siberojê hin kevirên hiqûqî lêdike. Lê belê ne li Japonyayê û ne jî di asta navneteweyî de ti tesîra vê gavê nîne.”

Ji Ingilîstanê navê xebatkara Heyva Sor a Kurdistanê, Arzu Peşmen jî di lîsteyê de ye. Tevî wê navê 5 kesên din ên li Ingilîstanê di lîsteyê de hene. Arzu Peşmen dibêje, “Ti mal û milkê kes û saziyên di lîsteyê de li Tirkiyeyê nîne. Ev operasyoneke siyasî ya li dijî Kurdan e.”

Di lîsteyê de ji Japonyayê navê akademîsyenê Kurd Vakkas Çolak û navên 5 Kurdên din hene, wekî din navê “Kurdistan Red Moon” (Heyva Sor a Kurdistanê) jî heye. Çolak got, ne mal û milkê wî û ne jî yê Heyva Sor a Kurdistanê li Tirkiyeyê heye û wiha peyivî: “Tirkiye hewl dide li meydana dîplomasiyê Kurdan krîmînalîze bike. Ji bo siberojê kevirên hiqûqî lê dike. Dixwaze weke anûreke populîst a propagandayê bi kar bîne. Lê belê ti tesîra vê gavê li Japonyayê û li dinyayê nîne. Berevajî vê yekê, dibe sedema îmaja xerab ji bo Tirkiyeyê bi xwe.”

 

Saziya alîkariyê ya navneteweyî ye

Vakkas Çolak got, Heyva Sor a Kurdistanê di bin Xaça Sor a Navneteweyî de di çarçoveya qaîde û qanûnên navneteweyî de xebatên xwe dike, û wiha peyivî: “Tirkiye, li welatên ku bi wan re peywendiyên wê yên dîplomatîk hene, hewl dide operasyoneke têgihanê bi rê ve dibe. Lê belê ev operasyona dîplomatîk pûç e,  nava wê vala ye.” 

Çolak bi bîr xist ku PKK di salvegera damezrandina xwe de li Japonyayê ji “lîsteya rêxistinên qedexe” hatiye derxistin û got, “Ajansên ewlehiyê yên gelek welatan, biryarl didin ku PKK ne ´rêxistineke terorê´ ye; Tirkiye bi vê biryara xwe dixwaze tesîrê li van biryaran bike. Lê belê ti tesîrê nake.”

 

Lîsteyeke bi henekî

Vakkas Çolak bi bîr xist ku ew bi dersên Kurdî yên li Komeleya Çanda Kurdî ya li Japonyayê tê nasîn; û ew wiha di dewamê de behsa biryarê dike: “Ev xebatên me yên adetî û xwezayî, mixabin Tirkiyeyê aciz dikin. Tevî min di lîsteyê de 6 Kurdên li Japonayayê dimînin hene. Ev hevalên me di rêveberiya komeleyê, Heyva Sor de cihê xwe digirin. Mal û milkê yekî ji me jî li Tirkiyeyê nîne. Ji ber wê, esas ti maneya bicihkirina me di lîsteyeke wiha de jî nîne. Meqamên Japon jkî lîsteyeke wiha cidî nagirin. Axir, ez û hevalên min em bi vê lîsteyê dikenin, em tinazên xwe pê dikin.” 

 

Rêveberên Heyva Sor kirine lîsteyê

Li Ingilîstanê di nava kesên navê wan di lîsteyê de Arzu Peşmen jî heye. Wî jî bi awayekî çalak cihê xwe girtiye di nava xebatên komelyê de cihê xwe girtiye. Ew wexteî ji rêveberên Heyva Sor a Kurdistanê jî bûye. Arzu Peşmen da zanîn ku di lîsteyê de ne tenê navê wê, lê navên 5 kesên din hene ku bi wê re di heman demê de yan jî di dema piştî wê de rêverberiya Heyva Sor a Kurdistanê li Ingilîstanê kirine jî hene. Ti mal û milkê Arzê Peşmen li Tirkiyeyê nîne.

 

Alîkariyên ji bo Rojava ew aciz kirin

Peşmen da zanîn ku vê biryarê xwestin nexasim jî xebatên Heyva Sor a Kurdistanê asteng bikin: “Heyva Sor ji berxwedana Kobanê û vir ve kampanyayên alîkariya bi Rojavayê re organîze kiriye. Ji navên di lîsteyê de, gelek ji wan di van xebatan de cihê xwe girtine. Dixwazin vê asteng bikin.”

Peşmen got, navê rêveberên van komele û weqfan bi hêsanî ji dezgehên lê qeydkirî ne, bê peydakirin. Arzu Peşmen li ser mijarê wiha dewam kir: “Ne lîsteyeke li gorî mal û milkan e. Jixwe, ti mal û milkê sazî û kesên di lîsteyê de li Tirkiyeyê nîne. Li gorî me, ew operasyoneke li dijî Kurdan e. Hem dixwazin Kurdan krîmînalîze bikin û hem jî xebatên van saziyan asteng bikin, armanca wan ew e ku tirsê bixin dilê xebatkarên wan.  Wezîrê Karê Derve yê Tirk ji rêxistina îstixbarata Tirk MÎT´ê tê. Dibe ku ew hin operasyonên din ên weke vê jî plan bike. Ev ne ya pêşî ye jî. Ev hewl dan wê negihîjin tin encamê û wê bi ser nekevin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.