Werin em bi hev re stratejiyan ziman ava bikin

Çarşem 1 Mijdar 2023 - 16:07

Rojnamevan Kadrî Eser ji bo rojnameya Xwebûnê, bi Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (HEDEP) Tûncer Bakirhan re li ser polîtîkayên HEDEP´ê peyivî. 

Bakirhan ji bo banga partiya xwe ya ji bo muxatebiya Rêber Abdullah Ocalan û naskirina statuya Rojava got, Rol û girîngiya birêz Ocalan tenê îddiaya me nîne. Dewletê bi hevdîtinên li İmraliyê ev muxatabî qebûl kir, hêzên navneteweyî vê yekê baş dizanin û komploya navneteweyî jixwe ji ber vê yekê hat meşandin. Tecrîda ku îro tê meşandin ji ber vê girîngî û rola birêz Ocalan e. Her wiha; 1) Birêz Ocalan muxatebê çareserkirina meseleya Kurdan e. 2) Ji bilî hevdîtin, çareseriyê, muzakereyê ti rêyeke din li peşiya Tirkiyeyê nîne. Hemû rêyên din krîz in, qeyran, hilweşîn û kambaxî ne. 3) Bê Ocalan ti hêz nikare Tirkiyeyê ji rewşa îro derxîne. Lewma ev bi salan e tecrîda giran li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan dimeşînin. Tecrîd ji wir berbelavî hemû Tirkiyeyê bû û niha her kes di bin tecrîdê de ye. Tecrîd ketiye heta hundirê malên me. Heta ev tecrîd bi dawî nebe ti kes nikare qala demokrasiyê bike, ti kes nikare azad bibe. 

Ji bo Rojava jî pêşiyê divê desthilat hêzên xwe yên leşkerî ji xaka Rojava vekişîne. Demografiya Efrînê ya ku bi destê vê desthilatê hatibû guhertin, hewce ye vegere reseniya xwe û gelê Efrînê vegere mala xwe. Divê statuya Rojava bi awayekî navneteweyî bê naskirin û divê Tirkiye jî statuya Rojava bi awayekî fermî nas bike.”

Di vê hevpeyvînê de, Bakirhan li ser siyaseta zimanê Kurdî ya partiya xwe got, “Em vê yekê wekî kar û xebata xwe ya sereke dibinînin. Têkoşîna azadiyê têkoşîna ziman e. Em weke partî di vî warî de gelekî hesas in. Em dixwazin ewilî di nav partiyê de piştre jî li her warê jiyanê bipêşketina ziman û çanda Kurdî pêk bînin. Parlamenterên me li meclisê, şarederên me li bajaran di vî warî de xebatên girîng kirin. Peywira bipêşxistina ziman, çand û nasnameya kurdî ne tenê peywira partiya me ye. Em bang li sazî, dezgeh û partiyên kurd hemûyan dikin, werin di vî warî de em xebatên hevpar bimeşînin. Werin em stratejiyeke hevpar ava bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.