HEDEP wê milyonan bi rêxistin kirin

Duşem 20 Mijdar 2023 - 16:22

Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tuncer Bakirhan got, “Heger hûn dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, beriya her tiştî divê tecrîdkirina Birêz Ocalan bê bidawîkirin. Lê tenê mirov heq be, ev têrê nake, divê bi milyonan mirov bêne birêxistinkirin."

Bakirhan li kongreya partiya xwe ya bajarê Agiriyê axivî û got, “Daxwaz û têkoşîna me ya ji bo mafê xwe, gelek caran bi darvekirinê, girtinê û sirgûnê hate tepisandin. Em hînê negihîştine armanca xwe. Mirov heq be, ev bi tenê ji bo wergirtina mafê xwe têrê nake. Wê demê pêwîstî bi rêxistinbûyînê heye. Hingî divê Kurd bi hev re li dora heman dozê û siberojê bicivin û hewl bidin.

Mêtinger hovîtiyeke mezin dikin. Welatên mêtinger tekperestiyê li ser etnîk û baweriyên cuda ferz dikin. Dixwazin bibin tek; bi zext, cezakirin, darizandinê hewl didin xelkê bêdeng bikin. Selahattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel û hevrêyên me yên girtî, ji ber ku li mafê xwe digeriyan, hatin girtin. Ji ber ku gotin, 'Em Kurd in, dixwazin bibin welatiyên wekhev' lewma hatin girtin."

 

Çareseriyê jî tecrîd dikin

Di dewama axaftina xwe de Tûncer Bakirhan got, "Dibêjin, gelo Kurd çi dixwazin? Ji wan we ye ku bi girtina me, wê karibin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Ji wan we ye ku bi koçberkirina me, wê karibin pirsgirêka Kurd çareser bikin. Çareserkirina pirsgirêka Kurd hêsan e. Beriya her tiştî, divê hûn dest ji nêzîkatiya înkarê berdin. Beriya her tiştî divê hûn tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bikin, gelê Kurd wî weke îradeya xwe dibîne û pêşengê danûstandinên Pêngava Çareseriyê bû."

 

Bê statu krîz çareser nabe

Hevserok HEDEP´ê Tuncer Bakirhan di kongreya partiya xwe ya li Agiriyê herî dawî got, “Çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê hêsan e. Ji bo vê jî hûn ê statuya Kurdan nas bikin, bi nêzîkatiyeke çareseriyê tevbigerin, qeyûm li ser îradeya Kurdan tayîn nekin, dest ji girtinên siyasî berdin, girtîgehan vala bikin, Qanûna Têkoşîna qaşo li dijî Terorê biguherînin."

ANF/AGIRÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.