Bi Ocalan re rûnin!

Sêşem 23 Çile 2024 - 16:27

  • Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bang li ‘aqilê çê’ yê mayî yê dewleta Tirk kir û got, divê dewleta Tirk guh bide Rêber Apo û pê re li ser maseya çareseriyê rûne. Bakirhan got, Heke aqilekî dewletê yê bi meyla çê difikire hebe û piçek jê mabe, divê ev xweş were dîtin; her ku derî li Imraliyê vebûne hêviya çareseriya demokratîk geş bûye, li welêt aramî berbelav bûye.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li komcîvîna partiya xwe ya li Meclîsê derheqê rojevê axivî. Bakirhan di axaftina xwe de bang li hikûmeta AKP’ê û ‘muxalefet’a Tirk kir û got, "Hêvî dikim her kes xetên xwe yên sor, pêşdarazên xwe yên li bara me deynê aliyekî û nîv saeta xwe ji vê axaftina me re veqetîne."
Bakirhan di axaftina xwe bal bire ser bayê nîjatperest ku li cîhanê rabûye û li Tirkiyê ev ba hê xurtir e û got,’’Ev aqilê miletgiriya faşîstî û nîjatperestî, her ku diçe Rojhilata Navîn û Tirkiyê ber bi çiravê ve dibe. Li Cîhanê û Tirkiyê nîjatperest û milliyetgirên faşîst ku dixwazin vê pêlê bidin pişt xwe, her roj tovên milliyetgiriya faşîst, nîjatperestiyê û dijminatiyê li van xakan diçînin. Têcirên sondxwarî ku dixwazin Tirkan li Kurdan, Ereban li Farsan, Sûniyan li Elewiyan sor bikin, vê serdemê li her devera cîhanê derdikevin holê. Di sedsala pêşî de hevpeymana civakî ya bi milliyetgiriya faşîst û nîjatperest bi me hemûyan da windakirin, bi Tirkiyê da windakirin. Me sedsala pêşî bi şer û pevçûnan, bi polîtîkayên asîmîlasyonê, bi polîtîkayên îmha û înkarê bihurand."

 

Em ne Tirk in, em dixwazin Kurd bimînin

Bakirhan bi berdewamî got ew ketine sedsala duyan a Komara Tirk, hê jî derdorên nîjatperest dixwazin nasname û baweriyên cihê bêdeng bikin û domand, "Bi levkirinekê bi yekdestî û yekdevî êrîşê tînin ser nasnameyên cihê. Em ji wan re dibêjin; di serî de em Kurd, em ê teslîmî van polîtîkayan nebin, ku ev polîtîka me tine dihesibînin. Em aşkere bibêjin; em ne Tirk in, lê ti meseleya me bi gelê Tirk, bi gelên Tirkiyê re nîne.  Em Kurd li vê herêmê Fars, Ereb û Tirk xwedî çi heq û hiqûqî bin em jî dixwazin weke wan xwedî wî heq û wê hiqûqê bin, têkoşîna me ji bo vê ye. Em ti gelî û heqê ti gelî tine nahesibînin. Ji hezaran salan û vir ye em li ser van xakan çêbûne. Gornên pêşiyên me li ser van xakan in. Em Kurdên ku di bin yasayên Tirkiyê de dijîn, dixwazin bi Kurdbûna xwe bimînin. Em dixwazin diyar bikin, em li dijî wê ne ku nasnameyeke dî li ser me were ferzkirin û em li dijî yekrengî, yekdengiyê ne. Ev sedsal wiha bihurî. Ji niha û pê de jî wê wiha be. Em dixwazin careke dî aşkere bibêjin, em ê teslîmî van halanên nîjatperest û milliyetgiriya faşîst  nebin, em ê teslîmî vê pêla nîjatperest nebin."

 

Kurdî heqê Kurdan e jî

Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de ya li Meclîsê axaftina Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a derheqê asîmîlasyonî, ku gotibû,’Li dijî asîmîlasyonê çeka me ya herî mezin ew e ku em zimanê zikmakî hînî zarokên xwe bikin’ bi bîr xist û got,’’Li serê wê jî dibêje, Kurd ne tê de. Dixwaze ku em jî li bara vê bêdeng bimînin. Em jî dibêjin; Erdogan ê ku ji bo Tirkan vê dixwaze, gelo ji bo Kurdan jî dikare eynî gotinan bike. Wê vê ji bo Kurdan jî dubare bike? Zimanê zikmanî heqê Kurdan e jî, tinekirina heqê Kurdan, van gotinan pûç û vala dike.’’

 

Para Kurdan hejarî ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi berdewamî bal kişande ser rêza bajaran a endeksa rabûna sosyo-ekonomîk ku ji hêla Wezareta Sinayî û Teknolojîk a Tirk ve hate ragihandin û got,’’Di vê nexşeyê de em dibînin ku ji Kurdan re hejarî û birçîbûn maye. Kesên ku dibêjin em bira ne û bi wekhevî nêzîkatî li Kurdan dikin, divê mirov vê nexşeyê şanî wan bide. Ev a ku tê xuyakirin bajarê Kurdan in, cografyaya ku piranî Kurd lê dijîn. Dema ku mirov dêhnê xwe dide ser vî wêneyî pir xweş nîşan dide ku bi sedan salan em bi çi rengî dijîn. Ne ku dijminatiyê tenê li ziman, çand, jiyan, azadiya Kurdan dikin, her wiha dixwazin ji hêla aborî ve jî wan desteng bikin û birçî bihêlin. Nerazîbûna me li vê ye, di vê tabloyê em dixwazin rengê bajarên Kurdan û yên Tirkiyê yek reng bin. Derdekî me yê dî nîne. Niha ev milliyetgirên faşîst û nîjatperest dibêjin ne ku tenê bêdeng bimînin, her wiha birçî jî bimînin. Em vê qebîl nakin, em ê li ber vê radibin. Ez êmin im ku ti Kurdê xwedan rûmet û ji miletên din jî gelek vê wê tabloeyê qebûl nekin.’’

 

Bang li ‘aqilê çê’ ê dewletê kir

Bakirhan di axaftina xwe de her wiha bang li dewleta Tirk kir ku bi Rêber Apo re rûne û got,’’Heke aqilekî dewletê bi meyla çê difikire hebe û piçek jê mabe divê ev xweş were dîtin; her ku derî li Imraliyê vebûne hêviya çareseriya demokratîk geş bûye, li welêt aramî berbelav bûye. Aboriya welêt geş bûye. Divê guh bidin Rêzdar Ocalan ku bi salan e li çareseriyê rawestiyaye û pê re rûnin. Em ê tercîha xwe li ser kê bikin? Li ser Rêzdar Ocalan ku dixwaze aştiyê li welatê me li dar bixe an li ser hişmendiya milliyetgirên nîjatperest ku dixwazin li ser birîna me ya ku xwîn jê diçe xwe hildin, xwê bi vê birînê de werdikin? Jixwe me gotibû di nav van du vebijêrkan de tercîha me li ser kê ye.

 

Tekane rêya xilasiyê aştiya dîrokî ya li gel Kurdan e

Bakirhan herî dawî got, ‘’Divê her kes zanaibe êdî tenê yek rê heye. An em ê aştiya civakî saz bikin, pergala demokratîk û dadmend ava bikin an jî radestî vê pêla milliyetgiriya nîjatperest bibin. Ti aqilekî dewletî li holê xuya nake. Tekane reçeteya rizgariyê, ne tenê ji bo Tirkiyê, lihevkirna bi aqilekî hevpar û demokrasiyê ye. Ji bo gelên Tirkiyê tekane rêya xilasiyê aştiya  dîrokî ya li gel Kurdan e. Pergaleke dmeokratîk, azadîxwaz û dadmend e.’’

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.