Darbeya Dadgeha Bilind

Pêncşem 9 Mijdar 2023 - 16:34

Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan got, Dadgeha Bilind li dijî destûra bingehîn serî rakiriye û wiha peyivî: “Em bang li Meclisê û Serokatiya Meclisê dikin da ku li dijî hewldana darbeyê, helwestê nîşan bidin.”

Bakirhan, biryara Dadgeha Bilind weke “hewldana darbeyê” nirxand, got, “Li Tikriyeyê mekanîka darbeyan dixebite. Di vê serdemê de ku destûra bingehîn ji aliyê tifaqa AKP’ê û MHP’ê ve hatiye rawestandin, bi awayekî di dîrokê de nedîtî, qadrobûyîna di dadweriyê de heye û pê re jî ji hev cihêîbûna hêzan betal dibe.”

Bakirhan, îşaret bi xala 153’yan a destûra bingehîn kir û got: “Tevî vê yekê jî 3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ku xwe di ser AYM’ê, Meclisê û gelên li Tirkiyeyê re dibîne, bi awayekî eşkere nîşan dide ku armanca wê ya darbeya siyasî heye. Giliyê 3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind û Serdozgeriya Dadgeha Bilind li endamên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) kirin û gef li wan xwarin, hewldana darbeyê ye.”

Bakirhan, bi bîr xist ku heta niha gelek caran biryarên DMME’yê nedihatin qebûlkirin û wiha dewam kir: Helwêsta desthilata siyasî li Tirkiyeyê bingehê destwerdana li dadweriyê li siyasetê xweş kiriye. Hevkarê desthilatê Bahçelî di meseleya girtina HDP'ê de, di gelek mijaran de Dadgeha Destûra Bingehîn hedef nîşan da û vê yekê rê li ber vê darbeya dadweriyê vekir.  

 

Li pergala faşîst mikur tên

Werekkirina Dadgeha Bilind di doza girtinê ya HDP’ê de, derket derveyî hiqûqê, biryarên emsal ên DMME’yê nas nekirin û doza girtinê veguherandin şoveke siyasî. Desthilatê û hevkarê wê pêşî li karesata hiqûqî ya dod (pêr) vekir. Dadgeha Bilind ku ceazeyên neheq û bêhiqûqî yên li hezaran hevalên me yên siyasetvan hatine birrîn pejirandin, hevalên me yên siyasetvan Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel û Leyla Guven ên dema girtinê ya 7 salan di ser wan re bihuriye, dîl digire. Ya ku Dadgeha Bilind teşwîqî darbeyê kir, desthilata AKP’ê û MHP’ê bi xwe ye. Hevkarê biçûk ê desthilatê naxwe û venaxwe, dibêje divê ‘Dadgeha Destûra Bingehîn’ bê girtin. Kes jê re nabêje, ‘Ya ku tu dikî hewldana ji holê rakirina pergala destûra bingehîn e!’. Lê belê ev gotin, îtîrafek bû ku digotin em ê rejîmeke faşîst, populîst ava bikin.”

 

Li ber darbeyê rabin

Bakirhan bang li meclîsê kir û got, “Werin em bi hev re darbeyên siyasî yên dadweriyê, bêhiqûqî û rizîna saziyî bi dawî bikin. Werin em bi hev re pergala hiqûqê, destûra bingehîn, qanûnan ji nû ve binirxînin û li vî welatî edalet, demokrasî û aştiyê jinûve ava bikin. Em careke din bang dikin ji bo demokratîkkirina komarê û xelasbûna ji feraseta darbekaran a heta hetayê. Em bang li Meclisê û Serokatiya Meclisê dikin da ku li dijî vê helwêsta darbeyê helwêstê nîşan bidin.”

ENQERE 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.