Edalet nîne û me nedît
Çarşem 2 Tîrmeh 2025 - 03:40
Rozerîn Çûkûr a 17 salî di dema qedexeyên li ser navçeya Sûr a Amedê de, di 8’ê Çileya 2016’an de hatibû qetilkirin û piştî 5 mehan cenezeyê wê dabûn malbata wê. Di lêpirsîna der barê mirina wê de ji bo Rozerîn Çûkûrê îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hate kirin û biryara "Hewcehî bi şopandinê nîne" hate dayin. Malbata Rozerîn Çûkûrê, bi rêya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, bi sedema “binpêkirina mafê jiyanê” di 18’ê Mijadara 2020’an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM'ê jî ji bo Rozerîn Çûkûrê îdiaya “Endama rêxistinê” kir û biryara “Mafê jiyanê nehatiye binpêkirin” da. Dayika Rozerîn Çûkûrê, Fahriye Çûkûr û bavê wê Mûstafa Çûkûr têkildarê biryara AYM'ê axivîn û nerazîbûn nîşan dan. Mûstafa Çûkur, diyar kir ku Rozerîn beriya kuştina xwe bi 2 mehan jî diçû dibistanê, perwerdehî didît û got:“Tu ciheke Amedê ne ewle bû lê belê Rozerîn diçû dersxaneyê. Ji ber vê yekê biryara AYM'ê siyasî ye. Tespît nekirine ku Rozerîn bi çek bûye. Dema AYM delîl dixwaze, Wezareta Karên Hundir wek delîl axaftinên bêtêlê û cihgirtina navê wê di belgeyan de nîşan dide. Ji ber vê yekê hûn çawa kesekî dikin endamên çekdar? Me ji bo dozê, dosya bir Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME). Îşala DMME biryareke di cih de bide û bêalî tevbigere."
Divê bêceza hiştin bikeve rojevê
Çûkur, “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO bibîrxist û destnîşan kir ku divê di vê pêvajoyê de polîtîkayên bêcezakirinê bên rojevê û bên nîqaşkirin. Dayika wê Fahriye Çûkûrê jî daxuyand ku dema keça wê hatiye kuştin sivîl û xwendekar bû û got:“Wê demê taxa me hatibû dorpêçkirin. Keça min 20 rojan nekarîbû biçe dibistanê, ji dibistanê pir hez dikir. Xwendekareke serkeftî bû. Ji bo wê çûbû cem hevalê xwe kaxiza xwe ya ezmûn bigire. 5 saet dem dabûn wan û keça min di wir de asê ma û nekaribû derkeve. Piştre agahiya mirina wê hat. Li gorî agahiyên ku bi me ra hatine parvekirin, keça min dema di kuçeyê de dibeze ji jor de ji aliyê sekvan ve bi guleyekî te qetilkirin.” Fahriye Çûkûrê, nerazîbûn nîşanê îdiaya AYM'ê da ku dibêje di destê wê de çek hebû û di pevçûnan de hatiye qetilkirin da û got:“Dema hatî qetilkirin unîformaya dibistanê li ser bû û ev wêne bi salan e li cem min veşartî ye. Keça min ne şervan bû û di destê wê de çek nebû. Dewlet ji bo xwe mafdar derxe tiştekî dibêje. Ez dixwazim tavilê doza keça min li DMME’yê bi encam bibe. Ez dixwazim kujerên keça min derbikevin. Me edalet li AYM'ê nedît. Înşela li DMME’yê bibînin.”
MA/RÛKIYE PAYÎZ ADIGUZEL