Çawîşê pispor ê Erdem kuşt, bê ceza ma

Şemî 2 Tebax 2025 - 03:25

Erdem Aşkan ê pênc salî, du salan beriya niha di encama qelibandina wesayita çawişê pispor Alper Kaan Polatkan de jiyana xwe ji dest da. Tevî îfadeyên şahidan, raporên mirinê û beyanên hevnegirtî yên kujer jî çawişê pispor bê ceza ma.

Erkdarê Fermandariya Cendermeyan a Navçeyê çawişê pispor Alper Kaan Polatkan ê ku di 8’ê Hezîrana 2023’yan de li navçeya Gever a Colemêrgê bi wesayita xwe Erdem Aşkan ê 5 salî qetil kir, bê ceza hate hiştin.

Wesayita ku ji navçeyê ber bi bajarê Wanê ve bi lezeke zêde diçû, li Erdem Akan ê 5 salî yê destê dayika xwe girtî qelibî. Erdem Aşkan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û çawişê pispor ê kujer jî çek kişand gelê ku li cihê bûyerê nerazîbûnên xwe nîşan da û ji cihê bûyerê reviya.

Encama doza têkildarî bûyerê piştî du salan eşkere bû û ji çawişê pispor ê kujer re bi sûcdariya ‘’bi zanebûnî bûye sedema mirinê’’ salek û 8 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Dadgehê biryar da ku biryara xwe piştre eşkere bike û kujer bê ceza hişt.

Çawişê pispor ê piştî bûyerê reviyabû nuqteya polîsan a kontrolê, îdîa kiribû ku girseya gel a li cihê bûyerê êrîşî wî kiriye û Erdem Aşkan li cihê bûyerê hiştibû. Kujer piştre hatibû binçavkirin û ew biribûn Navenda Polîsan a Geverê.

Têkildarî bûyerê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Geverê ve lêpirsîn hatibû destpêkirin; dozgeriyê li gorî zabitnameya li cihê bûyerê Aşkan di qezayê de weke biqusûrê eslî dîtibû. Çawişê pispor jî piştî standina îfadeyê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.

Piştî darizandinê dadgehê 2 sal cezayê girtîgehê li kujer birî. Piştre bandorên cezayê yên li ser pêşeroja kujer li ber çavan hate girtin û dadgehê ceza daxist salek û 8 mehan.

Tevî van yekan hemûyan jî dadgehê nebûna qeyda sicîl a edlî û rewşa wî ya di rûniştinê de weke hincet nîşan dan û biryar da ku biryara xwe piştre eşkere bike û kujer bê ceza hişt.

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.