Zarokekî din jiyana xwe jidest da
În 13 Sibat 2026 - 03:52

25 rojin bajarê Kobanê di jêr dorpêça komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê û dewleta Tirk de ye. Ji ber dorpêçê her ku diçe rewşa mirovî zehmet dibe. Li gor agahiyan zarokek temen heşt mehî ku malbata wê ji ber êrişên çeteyan ji Reqayê koçberî Kobanê bibû, ji ber nebûna şîr û ava paqij tendrustiya wê têkço û jiyana xwe ji dest da. Beriya niha jî Heyva Sor a Kurdistanê di 24’ê Çileya 2026’an de ragihandibû, ji ber dorpêç û nebûna sotemenî û xurakê 4 zarokan li Kobanê jiyana xwe ji dest daye.
Zêdeyî 200 hezar hatine Kobanê
Ji destpêkirina pêlên êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ye gel neçar ma ku berê xwe bidin cihên ewle û li wir niştencih bibin. Li bajarê Kobanê nêzî 200 hezar kes li zêdeyî 70 navendên cuda hatine bicihkirin. Têkildarî vê mijarê Hevserokê Desteya Kar û Barê Civakî û Kedkaran Ehmed Xoce ji ANF`ê re axivî. Ehmed Xoce diyar kir ku Kobanê ji çar aliyan ve hatiye dorpêçkirin û got:“Ji destpêka pêlên êrîşan yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, gelên ji her du taxan û ji hemû deverên din yên ku çete xwe lê digirin gel neçar ma ku berê xwe bide bajarê Kobanê. Niha ew koçber di nava rewşeke krîtîk de dijîn. Ew li dibistan, zanîngeh, mizgeft, eywanên şahiyan, akademî û gelek cihên din hatine bicihkirin. Di her maleke Kobanî de çar û pênc malbat tevlî nava malê bûne. Li bajarê Kobanê bi sed hezaran kesî cih girtiye. Ruxmî ku berf, baran û rewşa hewayê ya sar jî, gel bi rengekî debara jiyana xwe dike. Em niha hewl didin ku hejmara koçberên li vir diyar bikin, lê belê a niha li gorî ku tê texmînkirin 200 hezar kesî derbas kiriye. A niha bajarê Kobanê dorpêçkirî ye, ji ber vê yekê jî ev koçber jî ji hin tiştan mehrûm dimînin. Mal û milkên van koçberan hatine talan û wêrankirin, mal û milkên wan tên dizîn û dûra malên wan dişewitînin. Hin belge di destê me de hene ku vê yekê teqez dikin. Ruxmî ku gelek caran şandeyên me berê xwe dan parêzgeha Helebê û bi taybetî jî ji bo ku koçber vegerin mal û milkên xwe, lê belê ew yek heta niha pêk nehatiye. Berovajî wê ew hîna xwe di wan mal û milkên wan gelan de xwe bi cîh dikin, xerab dikin, talan dikin û dişewitînin. Eger rewş wiha dewam bike wê bi xwe re kareseteke mirovî bîne. Bi taybetî jî em weke Desteya Kar û Barê Civakî û Kedkaran em ê heta dawiyê xwedî li van koçberên xwe derkevin.’’
NAVENDA NÛÇEYAN















