Gava mexdûr Kurd bin Sûcdar nayên cezakirin
În 15 Tîrmeh 2022 - 21:21
- Li paytexta eyaleta NRW’ê ya Elmanyayê Dusseldorfê, Dadgeha Eyaletê ya Bilind sîxurê dewleta Tirk Alî D. qaşo dadgeh kir.
Li paytexta eyaleta NRW’ê ya Elmanyayê Dusseldorfê, Dadgeha Eyaletê ya Bilind sîxurê dewleta Tirk Alî D. qaşo dadgeh kir. Dadgehê ji ber sîxuriyê Alî D. yê 41 salî mehkûm kir. Lê ceza nekir. Cezayê ku li sîxur hat birrîn tenê salek û 9 meh bûn û ew jî ketin ber tehliyekirina bi şert.
Sîxur li dadgehê li xwe mikur hatibû ku li nava Kurdên li Elmanyayê de sîxuriyê dike.
Heyeta dadgehê got, piştrast bûye ku Alî D. sîxurî ji dewleta Tirk re li Elmanyayê kiriye û bi awayekî neqanûnî sîleh jî li ser xwe gerandiye.
Lê dîsa jî piştî ku 9 mehan di hepsa lîpirsînê de ma, Alî D. hat berdan. Tevî ku ew lê mikur hatibû ji sala 2018’an ve di nava Kurdan de sîxurî kiriye, agahiyên wan gihandine rêxistina îstîxbarata cendermeyên Tirk. Ji bo ku ji bo wî agahiyan berhev bikin, wî nas û dostên xwe jî xistine nav vî karî.
Dadgerê Elman Lars Richter îdîa kir ku sîxuriya Alî D. di asta jêr de bûye û bi vê sîxuriyê xwestiye di nava rêxistina îstîxbarata cendirmeyên Tirk de bilind bibe.
Tevî ku kesên wî giliyê wan kiriye yan jî agahiyên wan dane îstîxbarat Tirk û malbatên wan dikarin zerareke gelekî mezin bibînin jî, dadgehê tenê salet û 9 meh ceza li vî sîxurî birrî.
Mirov bivê nevê jixwe dipirse; gava ku Kurd mafên xwe yên demokratîk, bêyî ku sûc li holê hebe pêk tînin, çima cezayên giran bi îdîayên derew ji 129b’yê li wan tê birrîn? Çima kesên ku ji ber sedemên faşîstî, sîxuriyê zerarê didin Kurdên Elmanyayê, bên mehkûmkirin jî nayên cezakirin?
NAVENDA NÛÇEYAN