Bakirhan: Tecrîd encama aqilê dewletî ye

Çarşem 14 Sibat 2024 - 00:54

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan Rêber Abdullah Ocalan bal bire ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û got tecrîd bi çarçoewya aqilê dewletî hatiye halê xwe yê dawî. Bakirhan her wiha destnîşan kir Imralî ne tene bi ser Tirkiyê ve û operasyoneke bi çarçoweya hewcehiyên pergalê ye.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji MA’yê re axivî û bersiv da pirsên rojnamevan Mehmet Aslan.

Bakirhan têkilî pirhêliya Imraliyê wiha axivî:’’Imralî ne tenê girêdayî Tirkiyê ye. Ji ber vê dema ku mirov bibêje Ocalan girtiyê modernîteya kapîtalîst e, ev ê ne şaş be. Ji ber ku ji hewcehiyên Tirkiyê zêdetir, operasyoneke bi çarçoweya hewcehiyên pergalê ye. ‘’

Imralî adrêsa çareseriyê ye 

Bakirhan bi berdewamî bal kişande ser aqilê dewletî yê di tecrîdê de ku li ser Ocalan tê danîn û got,’’Li gel tecrîdê jî, di encama têkoşîna mezin de mirov dikare bibêje Imralî îro adrêsa ‘çareseriyê’ ye. Adrêsa aştî û çareseriyê ya ku li vir derdikeve holê, rojeva sereke ye. Tecrîd jî gaveke sîstematîk û tenik ê aqilê dewletî ye. Xasata sereke ya tecrîdê ew e ku di çarçoweya vî aqilê dewletî, hem ji hêla pratik û hem jî ji hêla naveroka xwe li gel dewlet netewan hatiye halê xwe yê dawî.’’

Ocalan ji bo aştiyê tê cezakirin

Li ser pirsa bê ka çima tim Ocalan weke adrêsa çareseriyê tê nişandan, Bakirhan got,’’Ev bi vîna bihêzbûna çareseriyê re têkildar e. Lê heke hûn ji min bipirsin ya herî girîng bi baweriyê re têkildar e. Baweriya bi çi? Di vê hevsengê de baweriya bi aştî û diyalogê, baweriya bi jiyana azad. Pêşiya vê û piştî wê têkoşîna demokrasiyê û wekheviyê ye. Em dibinin ku mirovek ji ber têkoşîna aştiyê tê cezakirin. Hewldanaû daxwaza aştiyê ev 25 sal in bênavber tê cezakirin. Ya dî jî, bi taybetî li ser Rojhilata Navîn, bi xwendina siyasetê re têkildar e. Rêzdar Ocalan dibêje,’’24 saetên min siyaset e.’’ Xwedî hêza analîzê ye, pêşdîtinên wî piştî bi salan derdikevin holê. Hêza çareserbûnê ne tenê bi vê re têkildar e, heke em wiha bibêjin ev ê neheqî be. Bi asta  polîtîk û exlaqî ya çalakiyên wî re têkildar e û bi asta watedarkirinê. Mirov li ser çi hûr bibe ew e. Heke ji hêla exlaqî ve mirov ji şer hêvîdar bin, berjewendiya xwe di şer de bibîne karaktere mirov jî li gorî vê ava dibe. Berevajî ji bo aştiyê jî wiha ye. Ocalan şexsiyeteke wiha yê siyasî yê kêmpeyda ye ku ji aştiyê bawer dike, li ser  vê difikire û bernameyê datîne.’’

Ocalan xilasiya ji krîzê nîşan dide

Li ser pirsa bê ka çima gel hewceyî bi Ocalan dibine jî Bakirhan got,’’Îro demeke wiha ye ku bêbaweriya li siyasete pir zede bûye, her wiha demeke wiha baweriya li ser hilweşîna qada qamûyê jî pir zede bûye. Tevgerên civakî yên xurt kêm caran dertên û ferqekê datînin an jî dibiriqin û ditefin. Pragmatîzma siyasî û polulîzmê siyaset êsîr kiriye. Ji ber vê em di qelşeke wiha balkêş û zor re derbas dibin kur fikren rastgir, fantazîyên faşizan sazkar in. Em bi dinyayeke wiha re rûbirû ne ku di nav atmosfereke wiha de asê maye û nema dikare hilberîne. Gelek mijarên ku li ser tê nivîsîn  li ser têgihan ‘’nediyariyê’’ tene pênasekirin.  Pergala cîhanê ya ku Ocalan bi taybetî di paraznameyên xwe de analiz kirî, sedem û perspektîfa çareseriyê ya ku li dora pirsa Kurd pêşniyaz kirî, ji gelek aliyên xwe ve nû ne, resen in û asoyeke nû li ber mirov datînin. Ne fikrên nediyar in, ne razber in, bi çarçoweyeke berbiçav diaxive Ocalan. Krîzê nade lê çîroka derketina ji nav krîzê dide.’’

Kurdan dixin nav retorîka îmha û înkarê

Bakirhan têkilî helwesta Wezareta Dadê ya Tirk a ya li ser tecrîdê jî got,’’Wezareta Dadê ya Tirk ji nav zirxê bêdengiyê dernakeve. Weke ku tiştek nebe tevdigere. Tenê dibêje tecrîd tine. Naxwe divê mirov bipirse: Çima ji hemû cîhanê parêzer û sazî serlêdanê ji bo tiştê ku hûn dibêjin nîne, dikin? Çima hûn deriyan venakin? Konsepteke wiha ye ku Kurdan ji her deme zêdetir dixe nav kevaneyê, her destkeftina wê demildest difetisîne, weke sedsala bihurî, wê dixe nav retorîka îmha û înkarê. Lê konsepteke wiha li pêş me heye ku desteka derve, ya hundir jî dide pişt xwe, bi bazara li ser vê siyasete dike, ji milletgiriya dewletî dixwe û ji teknlojî-medyayê têra xwe sûd werdigire. Gelo dikare bi ser bikeve? Na…

Gelê me Ocalan destnîşan dike

Têkilî Meşa Azadiyê ya Mezin jî Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got,’’Gelê me çareseriyê dixwaze, dibêje ev jî bi Ocalan pêkan e. Dewlet an jî rayedar vê ferqê û vî halî nabînin. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ji bo çareseriya pirsa Kurd û rabûna tecrîdê dest pê kirî di meha sêyan de ye .Van 12 salên dawî ceribandineke girîng a grevên birçîbûnê çêbû. Divê ev pêvajo xweş werin dîtin û xwendin. Pêvajoyên 2012-2018’an bi dersan tije ne. Daxwaza girtiyên siyasî meşrû ne. Ev daxwaza wan daxwaza me jî, em ê li her deverê bibêijn. Li ser qamû û lijneyên îcrayê temasên me hene, em van bi zelalî bi raya giştî re par ve dikin. Ev çalakiyeke mezin E û divê were dîtin. Helbet ji bo vê çi hewce be em dikin û em ê bikin.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.