Ti carî we weke îradeya xwe nabînin
Çarşem 19 Sibat 2025 - 02:55
Piştî ku cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hate birîn, Wezareta Karên Hundir waliyê mêtingeriyê yê li Wanê Ozan Balci weke qeyûm li şaredariyê danî. Bû cara sêyemîn ku qeyûm li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate danîn. Waliyên ku heta niha hatin danîn li pey xwe deynekî mezin hişt û karên ne li rê kirin, bi vî rengî hatin bîranîn. Hevserokê Giştî yê DEM Partî Tûncer Bakirhan li ser tayînkirina qeyûman ji ANF'ê re axivî û got:"Tirkiye welatekî bi vî rengî ye. Rojeva welêt nîqaşkirina pirsgirêkekê ye ku sed sal in dewam dike, nêzî 40 sal in jî dibe sedema rizandin û hilweşîna aborî û enerjiya vî welatî. Cara yekemîn e ku ji bo çareseriya meseleya Kurd firsendeke dîrokî heye. Birêz Ocalan hewl dide rêyeke dîrokî biafirîne. Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku herî zêde desthilatdariyê eleqedar dike, herî zêde divê ew bibin aliyek û li ser aştiyê biaxive, qeyûm datîne ser şaredariyên me, deste datîne ser îradeya gel. Ev yek nîşan dide bê desthilatdarî çiqasî ji dil e. Em bi desthilatdariyeke ne ji dil re rû bi rû ne. Bi rastî jî aştiya civakî dixwazin? Naxwazin? Zehmet e ku bê fêhmkirin. Gava mirov bala xwe didin ser pratîka desthilatdariyê, dibîne ku ew mejiyê tekperest, înkarê dewam dike. Vî mejî Tirkiye ber bi kendêl ve dehf daye; hem li hundir hem jî li derve qîmetê Tirkiyeyê têk biriye, tine kiriye."
Gelê Kurd mêjiyê we qebûl nake
Bakirhan bal kişand ser hevdîtinên bi Rêber Apo re û got:"Cara yekê ye ku raya giştî ya neteweyî û navneteweyî dixwaze ev mesele bi rêyên demokratîk çareser bibe. Cara yekê ye ku bala raya giştî ya Tirkiyeyê li banga Birêz Ocalan e, hêviyê destpê kiriye. Lê belê em bi mejiyekî welê re rû bi rû ne ku dixwaze vê yekê têk bibe, aştiya civakî asateng bike. Ma dibe ku îradeya gel sê caran bê dizîn, bê desteserkirin? Tu sê caran têk çû, ji 14'an 14 winda kiriye. Wê demê ev mirov nêzîkatiya te ya li meseleya Kurd qebûl nakin. Birêz Ocalan bi rengekî ji dil, bi niyeteke baş, bi hestên şoreşgerî dixwaze ji zemîna çek û şer derbasî zemîna siyasî bibe. Birêz Ocalan ji bo vê di nava hewldan û karekî berfireh de ye. Bawer bikin, me li 41 bajaran civîn lidar xistin. Li her devera ku em jê derbas bûn, hêvî û bendewariyeke gelekî mezin heye. Girîngiyê didin banga Birêz Ocalan. Ji ber vê jî em bang li desthilatdariyê dikin ku guh bidin gel û civakê, bi vê pêvajoyê re be, piştgiriyê bide vê pêvajoyê, ji bo ev firsend baş bê nirxandin dijminatiyê li Kurdan neke. Ji ber vê yekê em li Wanê ne."
Xelkê Wanê li berxwe dide
Bakirhan destnîşan kir ku xelkê Wanê li hemberî desteserkirina şaredarî û îradeyê berxwedaneke mezin dike û got:"Li Wanê beriya ku qeyûm bê tayînkirin, xelkê Wanê xwedî li îradeya xwe ya xwecihî derdikeve. Ji çar aliyên Tirkiyeyê bi deh hezaran endamên hêzên ewlekariyê xistine navenda Wanê. Hema bibêjin hemû kolan, tax hatine girtin. Êşkenceyeke giran heye. Êrîş û zexteke gelekî giran heye; li hemberî parlamenteran, hevşaredaran, rêveberên me, gel, zarok, ciwan û jinan. Bi tundiyeke ewçend giran hewl didin mirovan bi zorê bêdeng bikin. Bila desthilatdarî vê ferasetê êdî biterikîne. Hûn pêncî carî jî qeyûm li Wanê tayîn bikin, bawer bikin ev gel wê we li vê derê nehêle, wê we hilnebijêre, wê we weke îradeya xwe nebîne. Wan baş zane bê kî li dijî Kurdan e, kî li dijî mafên demokratîk ên Kurdan e. Lewma ez bang li desthilatdariyê dikim ku vê firsenda Birêz Ocalan baş binirxîne, vê pirsgirêka ku li Tirkiyeyê her tiştî dimête derbasî ser zemîneke demokratîk bike, bi rêya diyalog û danûstandinan çareser bike."
ANF/WAN