Werîşe Mûradî: Têkoşîn deynek e
Pêncşem 30 Çile 2025 - 03:05
- Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bi nameyekê bang kir û got; "Rabûna li hember darvekirinê, perçeyek hêja yê mirovahiyê yê têkoşîna gihîştina jiyanek azad û dilpak e."
Werîşe Muradî bi mebesta salvegera kampanyaya ‘Sêşemên Ji Darvekirinê Re Na’ ji Girtîgeha Evînê nameyek şand. Werîşe Muradî bi bîr xist ku li Kobanê di çeperên li hemberî DAIŞ’ê de cîh girtiye. Werîşe Muradî got: “Ez rêhevala wan kesan im ku heta dawiya emrê xwe têkoşiyane û gotine piştî ku ez şehîd ketim li ser kêliya gora min ‘hê jî deyndarê gelê xwe me lê ji vê dinyayê diçim’ binivîsin. Me ji wan hîn kir ku têkoşîna ji bo rastiyê û mirovahiyê hatiye fedakirin, deyneke ku divê mirov berdêla wê hêvî neke bê dayîn.
Sêşemên Ji Darvekirinê re Na
Werîşe Muradî li ser kampanyaya ‘Sêşemên Ji Darvekirinê re Na’ yên her hefte tê lidarxistin jî rawestiya û wiha got: “Ger ku me jinan ev berxwedan girtibe ser milên xwe, ev ji aliyekî ve encama hêrsa li hember pergala heyî ya mêraneya ku neyarê jinan e, ji aliyê din ve jî bibiryariya me ya zexm a ji bo azadiyê ye. Li girtîgehên cuda yên Îranê her Sêşem, kampanyaya ‘Ji Darvekirinê re Na’ tê berdewamkirin; ev çalakiya yekbûnê ya ku mirovahiya me û nirxên me yên bingehîn derdixe holê ye. Bangeke hevpar e ku balê dikşîne ser mafê jiyanê û daxwaza rakirina cezayê darvekirinê yê li Îranê. ‘Sêşemên Ji Darvekirinê re Na’, dengê yekîtiya mirovahiyê yê li hember kuştinên bi destê dewletê ye ku armanca wan avakirina tirs û xofa di nav civakê de ye.”
Têkoşîn deynek e
Werîşe Muradî da zanîn ku ew bi xwe jî beşdarî şerê Kobanê bûye û wiha got: “Hinek birînên min ên wisa çêbûn ku îro jî carcaran diêşin. Ev êş, wek berdêlek ku min li ser navê mirovahiyê daye, her tim di bîra min de ye. Belkî wîjdanê min hinek rihet be ku min deynê xwe yê li hember mirovahiyê bi kêmanî heta radeyekê daye. Min di tevahiya jiyana xwe de têkoşîn da û di kêliya şehadetê de min got, ‘Li ser tirba min binivîsin ku ez bêyî ku deynê xwe bidim gelê xwe ji vê dinyayê derketim çûm’ Ez rêhevala wan kesan im ku dibêjin ‘Em vê çandê ji wan fêr bûn; Têkoşîna ji bo heqîqet û mirovahiyê deynek e ku divê her yek ji me, bê bendewarî û bi fedakarî bide.”
Berxwedana jinan qebûl nakin
Werîşe Muradî balkişand ser girîngiya serkeftina Kobanê û wiha got: “Her ku serkeftina Kobanê tê pîrozkirin, heyecan û serbilindiya ku ji vê nêzîkatiyê derdikeve, biryardariya min du qat dike. Yek ji sûcên min ên herî mezin niha ew e ku ez li dijî tariyê serî radikim. Ez bûm rêhevala kesên ku mirovahiyê rizgar kirin. Ji vê dijwariyê diyar dibe ku yên ku min dadbar dikin li kîjan alî ne. Ev pergala baviksalarî bi ti awayî berxwedana jinan qebûl nake, bi taybetî jî naxwaze qêrîna şahî û serkeftina wan a li hemberî hêzeke tarî û dijmirovahî bibhîze. Me ewil metirsiya ku li ser mirovahiyê gefek e, nas kir û bê dudilî li hemberî wê serî rakir û serkeftinek mezin bidest xist. Îro jî hewl didin vê şikestinê derman bikin, lê ev dem jî sedsalek ji planên herêmê bidawî bû bijart.”
Bi hemû hêza xwe têbikoşin
Werîşe Muradî bal kişand ser peymana Sykes-Picotê û wiha got: “Em neviyên wan kesan in ku bi peymana “Sykes-Picot” birîndar bûne. Gelê me ew gel e ku zilma Lozanê heta hestiyê xwe hîs kiriye, bi têlan hatiye daliqandin, bi her cure çekan hatiye qetilkirin, rastî êrîşên kîmyewî hatiye, bi polîtîkayên Enfalê hewl dane tine bikin û li her quncikek qirkirin dîtiye. Niha, em di vê sedsalê de, di serdema teknolojî û îstîxbarata çêkirî de ku bi pirsgirêkên siyasî û civakî barkirî ne de, dikevin vê sedsalê. Lê niha em bi biryar in; Em ê di vê sedsalê de ne tenê pêşî li qirkirina fizîkî bigirin, ‘qirkirina çandî’ jî em ê pênase bikin û bi hemû hêza xwe têbikoşin. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dirûşma me ye û nîşaneya sembolîk a paradîgmaya me ya rewşenbîrî ye; Ev paradîgma bi zelalî li ser pirsgirêkên bingehîn ên dinyayê û gelên îroyîn radiweste.”
Çareserî
Werîşe Muradî balkişand ser ‘netewa demokratîk’ û wiha got: “Neteweya Demokratîk doktrîn û tezek e; Ev hemû armancan dihewîne. Ev çareserî armancên ku jiyana hemû gel û çînan misoger dike dihewîne. Çareseriyeke ku her kes jê sûdê werdigre û zirar nade tu kesî. Ev nexşeyek rê ye ku em dikarin têgihîştina jiyanê birêve bibin. Ez di wê baweriyê de me ku yan divê em jiyanê nejîn, an jî bi wate û bilind bijîn. Gelek planên ku dixwestin wateyê bidin jiyanê, rastî êrîşên dijminan hatin û hin pêşengên wan ji bo armancên xwe canê xwe feda kirin. Lê belê li şûna tirsê, vê yekê hêviya domandina têkoşîn û jiyanê afirand. Min jî heman gav avêt û bi rewşa xwe ya heyî re rû bi rû mam.”
Ferzad jiyanek bi wate nîşanî me da
Werîşe Muradî balkişand ser Ferzad Kemanger ê ku ji aliyê rejîma Îranê ve li ber çavên zarokê wî hat darvekirin jî û wiha got: “Di dema lêpirsînê de heman lêpirsîner got ku Ferzad Kamanger li hemberî min rûniştibû û beriya 15 salan Ferzad jî li vir rûniştibû, lê nekarî tiştekî bike, mirina xwe ji bo xwe afirandiye. Min got, ‘ger ku ez îro li vir rûnim, ev encama têkoşîna Ferzad e. Ferzad bi mirina xwe re rêya jiyaneke bi wate nîşanî me da, dîsa jiyan da me. Ger we Ferzadek bişanda darvekirinê, bi sedan gel li pey rêya wî bû, ji ber ku Ferzad, Şîrîn, Ferhad, Soran û em di wê baweriyê de ne ku her gav dikare bibe azmûnek li ser rêya azadiyê û em ê vê azmûnê bi fedakirina azadiyê bi ser bixin.”
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN