Îmralî kir eywana jiyanê

Duşem 17 Sibat 2025 - 03:15

Girtiya siyasî Werîşe Muradî ya ku li Îranê bi cezayê darvekirinê tê darizandin bi boneya salvegera Komploya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêber Abdullah Ocalan nameyek şand. Mûradî di nameya xwe de bal kişandiye ser van xisûsan:“Ez 26’mîn salvegera komplo û bêbextiya navnetewî ya li dijî Rêber APO şermezar dikim. Bêbextiyek ku bi armanca tunekirina fîzîkî ya Rêber APO û qirkirina hemû gelê Kurd pêk anîn, lê bê encam ma. Rêber Apo ji ber ku azadiya gelan dixwaze li Îmraliyê tê girtin. Rêber Apo bi şoreşa rojane di zindanê de jiyan afirand. Zindana takekesî ya Îmraliyê ku çala mirinê bû kire ode û eywana jiyanê. Rêber Apo bû serokê hemû gelên bindest. Rêbertiya me berxwedanek bênavber meşand û dimeşîne.

Me di xeta Rêber APO de ji zihniyetên tarî û desthilatdar û dewletdar re got na! Weke ku Zeynep Celaliyan got, ‘Eger em tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin wê hemû zindan vala bibin.’

Azadiya Rêber Apo wê bibe sembola jiyaneke nû û azadiyê. Ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû û azadiya Rojhilata Navîn em ê têkoşîna xwe bidomînin.” Hêjayî bibîrxistinê ye cezayê darvekirinê ya Werîşe Mûradî ku di rûniştina wê ya di 16’ê Hezîran û 4’ê Cotmeha 2024’an de hate dîtin bi fermî ji parêzerên wê re hatiye ragihandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.