Metirsiya koçberiyê heye
Pêncşem 5 Hezîran 2025 - 03:25
Li Şirnexê ku 7 sal in li herêmên Besta, Cûdî û Gabarê bê navber dar têne birîn, li navçeya Elkê jî talankirina xwezayê belav bû. Li herêma Bestayê birîna daran li 31 qadan dewam dike. Ji 9 keyayên gundên navçeya Elkê jî belgeyek ji aliyê Midûriyeta Daristan û Çandiniyê ya Bajêr ve ji bo birîna daran hate şandin.Gundiyan îmzeya xwe dananî binê belgeyê, lê ji wan re hate gotin, "Hûn îmze nekin jî em ê bibirin." Gundî ji ber vê yekê çûn Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê, lê vê carê jî ji wan re gotin, birîn bi hinceta 'ewlekariyê' tê kirin û darên têne birîn jî wê werin firotin. Gundiyên ku naxwazin darên li gundên wan bêne birîn, daxwaznameya xwe pêşkêşî saziyên fermî kirin. Birîna daran ku zerarê dide şêniyên herêmê, her wiha dibe sedema talaneke mezin a xwezayê. Gundiyan diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya li hemberî birîna daran dewam bikin.
Çavkaniya me ya debarê ye
Yek ji 9 gundên ku tê xwestin, dar lê bêne birîn gundê Hemka ye. Gundiyan ku gundê xwe yê di salên 1990'î de hate valakirin ji nû ve ava kirin, debara xwe bi xwedîkirina mêşên hingiv û sewalkariyê dikin. Gundê ku çavkaniyeke xwe ya din a debarê nîne, ji ber cihê ku lê ye metirsiya aşûtê jî li ser heye. Li gund berfeke zêde dibare. Qada ku salên derbasbûyî gundî ji aşûtê parast jî ji darên temen ciwan pêk tê. Bi birîna darên li gund re gundî hem wê çavkaniya xwe ya debarê ji dest bidin hem jî bi rîska aşûtê re rû bi rû bimînin. Lewma li hemberî birîna daran daxwazname pêşkêş kirin û anîn ziman ku ew birînê qebûl nakin. Îbrahîm Acar ê 60 salî yê li gund dimîne got:"Qala ciwankirinê dikin, lê darên li gundê me ji xwe gelekî zirav û ciwan in. Qala ewlekariyê bikin jî em zanin ku ev dar wê bêne firotin. Bi saya van daran heywanên me, em li vir in. Eger ev bêne birîn derfetê me yê mayina li vir wê nemîne. Weke her kesî em ê jî neçar bimînin ku koçî bajaran bikin. Me daxwaza xwe gihand her kesî. Bila çavkaniya me ya jiyanê ji me nestînin." Nihayet Acar ragihand ku ev birîn wê zerarê bide gundiyan û heywanan û got:"Eger dar bêne birîn wê hewa hîn germ bibe û qadeke me ya ku ji me re bibe sî wê nemîne. Heywanên me wê tî û birçî bimînin. Bi birînê re wê av jî kêm bibe. Wekî din ev der herêmeke aşûtê ye. Em gundî vê birînê qebûl nakin û em ê heta dawiyê darên xwe biparêzin."
ANF