Bidarvekirinê rawestînin

Çarşem 12 Sibat 2025 - 03:35

Nerazîbûnên dijî cezayê darvekirinê yê ji bo jinên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî, roj bi roj zêde dibin. Divê çarçoveyê de zêdetirî 30 rêxistinên mafê jinan yên li herêmên Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur, daxuyaniyek belav kirin. Di daxuyaniyê de bang li saziya dadweriya Îranê tê kirin ku cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşî Mûradî û hemû girtiyên din yên siyasî rawestînin. Di heman daxuyaniyê de hate gotin:“Divê rêz li proseya siyasî û dadgehkirina bi edalet bê kirin, ji ber ku cezayê darvekirinê cezaek ne mirovane û binpêkirinek eşkere ya mafê mirovane. Divê cezayê darvekirinê di sîstema yasayî ya Îranê de were rakirin. Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî ti sucek nekirine, tenê bi daxwaza rejîma Îranê ceza li wan hatiye birîn.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.