229 parêzerên Îranê bang kirin
Çarşem 19 Sibat 2025 - 03:35
Nerazîbûnên dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî her ku diçin zêde dibin.
Di vê çarçoveyê de, 229 parêzerên Îranê dijî erêkirina cezayê bidarvekirinê yê Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî, nameyek şandin ji serokê dadwerê Îranê re. Di nameya parêzeran de banga rawestandina cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî hatiye birrîn, tê kirin û tê destnîşan kirin ku divê carek din dosya werin lêkolînkirin û wiha tê gotin:“Cezayê ji bo her sê jinan hatî dayîn, ne tenê berovajî pîvanên îslamî, mirovî û mafê mirovan e, di heman demê berovajî pîvanên navneteweyî yên Îran ya li ser mafê jiyan û pêvajoya yasayê ye. Cezayê her sê jinan wê bandorê li hevsoziya neteweyî û hestên cûdakariyê bike.”
Hêjayî gotinê ye di 8’ê Çileyê de Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê bidarvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birrîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin. Herwiha cezayê darvekirinê ya Werîş Mûradî ku di rûniştina wê ya di 16’ê Hezîran û 4’ê Cotmeha 2024’an de hate dîtin bi fermî ji parêzerên wê re hatiye ragihandin. Di 13’ê mehê de Kampanya ji bo Parastina Şerîfe Mihemedî li ser medya dijîtal ragihand ku di careke din cezayê bidarvekirinê li girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate birrîn. Hate diyarkirin di qonaxa dubare darizandinê de ji aliyê Serokê Liqa 2’yem a Dadgeha Reşit, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê bidarvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate pejirandin. Hêjayî gotinêye ku Çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî (45) xelkê bajarê Urmiye ye û li bajarê Reşt niştecihe. Şerîfe Mihemedî di Kanuna 2023’an de bi hinceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha rejîma Îranê ve cezayê bidarvekirinê lê hatibû birrîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha 2024’an de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirab kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN