Divê astengiyên ragihandinê rakin

Pêncşem 5 Hezîran 2025 - 03:40

  • Akademîsyen Joost Jongerden got:"Ji bo serketina pêvajoyê divê astengiyên ragihandinê yên di navbera Ocalan û PKK’ê de werin rakirin û bi awayekî rasterast di navbera serokatiyên siyasî de hevdîtin werin kirin.’’

Akademîsyenê Hollandî Joost Jongerden ê ku pirtûkên wî ji bo gelek zimaman hatine wergerandin; bi xebatên xwe yên li ser Rojhilata Navîn, Kurdistan û PKK’ê tê naskirin, her wiha pirtûkên wî yên bi navê ‘’Nivîsên Têkildarî PKK’ê’’ û ‘’Ji Serhildanê Ber Bi Avabûnê Ve Tevgera Azadiya Kurdistanê’’ ji bo zimanê Tirkî hatine wergerandin, têkildarî pêvajoya nû ya di navbera PKK’ê û dewleta Tirk de axivî. Jongerden di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Rêber Apo dibêje ku divê civakeke demokratîk were avakirin û têkildarî banga 27’ê Sibatê ev yek anîn ziman:’’PKK’ê piştî banga Ocalan biryarên fesixkirina partiyê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî dan. Divê bi taybetî jî zimanê Devlet Bahçelî yê lihevker jî were pîrozkirin. Lê belê du tiştên girîng hene divê ew werin gotin. Ya yekem ew e ku banga Ocalan ne tenê têkildarî bidawîkirina têkoşîna çekdarî bû. Her çend weke şertên eşkere hatibin diyarkirin jî peyama wî bi awayekî eşkere du pêvajoyên parelel nîşan didan: Yek, bidawîkirina kiryarên çekdarî û xwefesixkirina PKK’ê bû, ya din jî ew bû ku li gel vekirina kanalên dewletê yên demokratîk rê li ber veguherîna aktorbûna siyasî ya tevgerê vekir. Ya duyemîn jî ew e ku banga Ocalan- weke ji aliyê PKK’ê ve hate dîtin- tenê ne têkildarî wan bû. Di heman demê de têkildarî destpêkên nû bû ku siyaset diket li şûna çekan. Ev yek jî berê me dide meseleya rastîn: Avakirina qadên demokratîk yên rê li ber siyasetê vedikin. Cewhera pirsgirêkê di nirxandinên cuda yên têkildarî rewşê de xwe nîşan dide. Li gorî dewletê çareseriya pirsgirêkê tasfiyeya PKK’ê û bidawîbûna têkoşîna çekdarî ye.  Lê belê ji bo Kurdan tê wateya destpêka pêvajoyeke siyasî ya berfireh.’’

Bingeha pirsgirêkan netew dewlet e

Jongerden diyar kir ku di bingeha pirsgirêkê de netewedewlet û polîtîkayên wê yên asîmîlasyonê hene û destnîşan kir ku ferasetên neteweperest bi talûke ne û got:’’Bingeha derketina pirsgirêka Kurd, hilweşîna Împaratoriya Osmaniyan û piştre avabûna Tirkiyeyê ya weke netewedewletekê ye. Di bingehê pirsgirêkê de netewperestî û di giştî civaka netew-dewletan de zêdebûna polîtîkayên asîmîlasyonê heye. Xeteriya esil jî di netewperestiya vê êrîşkariya dewletên navendî de heye.”

Rojava mînakeke girîng e

Jongerden diyar kir ku pêvajoya Rojava mînakek girîng e û anî ziman ku li wir Kurdan li dijî rejîma Esad, DAÎŞ û çêkerên din ên netewperest û Îslamî li ser bingehê xweparastinê hêzek ava kirine û got:“Kurdên li Sûriyeyê di destpêkê de li dijî rejîma Esad û El Kaîde, piştre li dijî Dewleta Îslamê û piştre li dijî milîsên netewperest û Îslamî yên ku di bin ala Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê de fealiyet dimeşînin, mekanîzmayên xweparastinê pêş xistin. Taybetmendiya herî girîng a vê modelê xwe rêxistinkirina demokratîk teşwîq dike û dibe sedem ku mirov yekser beşdarî pêvajoya biryar dayînê bibin. Xwe dispêre feraseta ku tê wateya li cîhanê jiyan her tim bi yên din re -kesên din ên ji aliyê etnîk, çandî, neteweyî û zayendiya civakî de- jiyan kirine. Weke encam Rojava weke qadeke girseyî ya bi polîtîkayên beşdaran şêwe girt, derketiye holê.”

Pirsgirêk ji ya PKK’ê wêdetir e

Joost Jongerden ragihand ku ji bo pêvajoyeke rast pêş bikeve, divê astengiya navbera peywendiya Rêber Apo ya bi PKK’ê re were rakirin, dewlet jî qebûl bike ku pirsgirêk tenê bi PKK’ê re sînordar nîne; rewşeke ji wê hîn wêdetir e û got:“Banga Ocalan ji bo şikandina tundiyê nûneriya hewldaneke bi wêrek dike. Lê belê du zehmetiyên esas ên ku divê bên nirxandin, hene. Ji bo ku muzakereyek bigihije serketinê, divê astengiya navbera peywendiya Ocalan a bi lîdertiya PKK’ê re were rakirin û hevdîtin rasterast di navbera lîderên siyasî yên eleqeder re were kirin. Zehmetiya duyemîn jî hîn esastir e; ji bo çareseriyeke siyasî pêk were, divê dewlet qebûl bike ku pirsgirêk ji PKK’ê hîn wêdetir e. Tişta divê were nirxandin, pirsgirêka Kurd a hîn berfireh e ku ji 1923’yan Komara Tirkiyeyê hatî avakirin û vir ve ev pirsgirêk heye.’’

ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.