Bi hemû dînamîkan re hevdîtinan dikin

Pêncşem 5 Hezîran 2025 - 03:35

ERDOGAN ZAMUR

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso ji bo hin serdanan hatiye Ewrûpayê. Li Swîsreyê bajarê Zurîhê tevlî civîna gel a ji aliyê komeleya çand û piştgiriya bi Rojava re hatibû organîzekirin bû. Hiso derbarê geşedanên dawî yên li Rojava agahî dan û got:’’Li Rojava geşedanên erênî çêdibin. Şandeyek çû Şamê. Heta niha ti hêzekê nekarî bi çekan, şer û qirkirinê Kurdan tine bike. Berxwedaneke dîrokî hate dayîn. Bi saya vê berxwedanê em hatine van rojan.’’ Piştî civînê Xerîb Hiso bersiv da pirsên rojnameya me. Hiso destnîşan kir ku li Sûriyeyê ew bi hemû dînamîkan re têkîliyê datînin û got:’’Hem bi Durziyan re, bi Ereban re û bi Elewiyan re em di têkîliyan datînin. Ger em Sûriyeyeke demokratîk dixwazin divê em bi hemû nasnameyan re hevdîtinê bikin. Li cihên ku Rêveberiya Xweser li serdest e, hevpariyek jî heye. Ev hevparî ne li gorî hêjmarê ye. Şertên ku her ol û her nasname xwe bi azadî îfade bikin, hatiye pêkanîn. Ger wiha nebe wê şer çêbibe. Di nava şandeya ku çûbû Şamê jî ji xwe ji temsîla Rêveberiya Xweser, Kurd, Ereb, Suryanî û Asûrî hebûn. 

Em amade ne hevdîtinan bikin

Ji bo pirsa gotinên fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî yên derbarê amadebûna hevdîtina bi dewleta Tirk re jî Xerîb Hiso ev bersiv da:’’Em amade ne ku yekser bi dewleta Tirk re hevdîtinan bikin. Di mijara Bendava Tişrînê û hin meseleyên din de bi dewleta Tirk re hin hevdîtin tên kirin. Lê weke heval Mazlûm aniye ziman, em dikarin bi rayedarên jor ên dewleta Tirk heta bi serokomar Erdogan re jî dikarin hevdîtinan bikin. Tu metirsiyeke me tine ye. Bi pêşengiya Rêber APO ji xwe Kurd têkoşîneke aştiyê dimeşînin. Tirkiye dikare di mijara Sûriyeyê de roleke erênî bibîne. Divê di mijara koçberan de roleke aktîf bibîne. Pêvajoya ku li Tirkiyeyê destpêkiriye, wê bandoreke erênî li Sûriyeyê bike.’’

Di rojeva me de çekdanîn tine ye

Xerîb Hiso da zanîn ku li Sûriyeyê di rewşa siyasî de hîn jî xeteriyên cidî hene, ew nîqaşên di çapemeniya Tirk de yên ji bo çekdanînê, bê wate ne û got:’’Rewşa li Sûriyeyê weke li Tirkiyeyê nîne. Hîn jî DAIŞ aktîf e. Rojeveke me ya çekdanînê tine ye. Bêguman ger nasnameya Kurd bigîhê garantiyeke destûrî, azadiya Kurdan bi temamî pêk bû, ji xwe çek jî tên danîn. Lê heta mafên nasnameyî û çandî yên Kurdan neyên garantîkirin, çekdanîn ne mijara gotinê ye. Ev nîqaşên tên kirin, bi armanca tiştên ku dawî bên kirin destpêkê dixin nîqaşê û dixwazin me biçûk bikin. Ew ê biryara dawî QSD bide. Lê heta ku em azadiya xwe bidest nexin, ti carî dest ji çekdan bernadin.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.