Werin em dibistana Mexmûrê ava bikin

Nûçeyên Dosye

Şemî 24 Îlon 2022 - 02:09

  • Bangek ji Mexmûrê: Dibistaneke me niha li benda alîkariyê ye, me dest bi çêkirinê kiriye, lê di nivî de maye. Kurd, karsazên Kurd bi xwe dikarin vê rewşê bibînin û alîkar bin. Bi taybet karsazên Kurd dikarin rewşa mamostayên Mexmûrê jî li ber çavan bigrin û alîkar bin.

IDRÎS KARA/MEXMÛR

 

Berdevkê Komîteya Perwerdeyê ya wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Wargeha Mexmûrê) Xelîl Bîlen, derbarê sala nû ya xwendinê de, bandora êrişan, rêgiriya PDK’ê ya li ser dibistanên Mexmûrê, mohrnekirina dîplomayên xwendekaran ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve, wernegirtina xwendekaran ji bo zanîngehê, zorî, zehmetiyên xwendekaran û pêwîstiyên xwendekarên Wargeha Mexmûrê de ji rojnameya me re axivî.

Xelîl Bîlen destpêkê behsa hejmara dibistan, xwendekar û mamosteyên wargehê kir û got, “Li wargeha penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî-Mexmûrê sala nû ya xwendinê dest pê kir. Li wargehê 5 dibistanên dayikê, 4 dibistanên seretayî, 2 dibistanên navîn, 2 dibistanên amadeyî û peymangehek hene. Bi giştî 3 hezar û 500 xwendekarên Mexmûrê û 150 mamoste li Mexmûrê hene. Li gorî sîstema perwerdeyê ya Mexmûrê, her dû salan carekê konferansa warê perwereyê çêdibe.”

 

‘Alîkarî hat birîn’

Bîlen di dewama axaftina xwe de behsa rewşa dibistanên Mexmûrê ya piştî referandûmê kir û da zanîn ku heta wê demê, perwerdeya Mexmûrê bi Herêma Kurdistanê ve girêdayî bû, lê piştî wê, têkilî bi Bexda û Herêma Kurdistanê re qût bûn. Bîlen dibêje, di warê kirtasiyeyan de ji sala 2017’an ve ti alîkariyek ji bo perwerdeya Mexmûrê nehatiye kirin û wiha pê de çû; “Piştî wê ji sala 2018’an ve xwendevanên me nikarin biçin zanîngehên Herêma Kurdistanê, bixwînin; ev biryareke giştî ya Hikumeta Herêmê û bi daxwaza dewleta Tirk pêk hatiye. Bê guman ji bo wargehê jî rêgirî çêbû, bandora xwe ya nerênî li ser xwendevanan çêbû.

 

Mamosta bi dilxwazî kar dikin

Li gorî qanûnên navnetewî nabe pêşî li xwendinê bê girtin, lê ev mafê zanîngehê ji xwendevanên me hatiye girtin. Herwiha peymanên mamosteyan betal kirin, niha mamosteyên me hemû bi dilxwazî kar dikin. Bifikirin mamosteyên me di betlaneya havînê de 3 mehan diçin karkeriyê dikin, piştre jî dema dibistan vedibin tên dersê didin zarokan. Mamoste sal dizîvire salê, bêyî ku pereyekî bistînin, bi dilxwazî zarokan perwerde dikin. Her mamostayek xwedî malbat û zarok in, lê dîsa vê fedekariyê dikin.” 

Wargeha Mexmûrê dibin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ye, lê NY bi erka xwe ranabe û xwedî li zarokan dernakeve. Xelîl Bîlen derbarê helwêsta Neteweyên Yekbûyî ya ji bo wargehê de jî got; “Beriya niha xwendekarên me dibistana amadeyî xilas dikirin, me piştre dîplomayên wan dibirin gel herêmê û NY´ê jî mohr ew dikirin. Heta sala 2015’an wisan bû, lê piştî wê Neteweyên Yekbûyî jî êdî bi guherîna polîtakaya ser wargehê re, dîploma mohr nekirin.

 

Polîtîkaya belavkirinê ye

NY ji me re dibêje, hejmara penaberan zêde bûye, em nikarin bi we re elaqeder bibin û ev kar dane sekinandin. Ti alîkariyekê nadin û nayên jî, dîplomayên xwendekaran niha li nik wan in û nadin jî. Ew jî siyasî nêzî me dibin, li vir perwerdeyeke ewqas bi nirx heye, li Iraqê di asta seretayî navîn de cihê ku keç û kur bi hev re dixwînin, tenê li vir heye.

Dema em bi Iraqê re jî hevdîtinan dikin, ji me re dibêjin, em nikarin rasterast bi we re bibin alîkar. Ne rast dibêjin, di encamê de ew mûçe didin herêmê û herêm belav dike. Em dizanin, ev hemû polîtikayeke giştî û ji bo belavkirina wargehê ye. Dibêjin, heger em perwerdeyê tesfiye bikin, wê wargeh jî tesfiye bibe. Ev demeke dirêj e perwerde, mamoste û xwendekaran bi rêyên cuda dikin hedef. Kiryarên qirêj ên weke sîxûriyê jî bi kar tînin. Bê guman ev polîtîka hemû bi zextên dewleta Tirk pêk tên.” 

Xelîl Bîlen

Sala nû ya xwendinê destpê dike

Xelîl Bîlen bi bîr dixe ku ji sala 2007’an ve avahiya dibistaneke wan li ber hilweşînê  ye û wiha dewam dike; “Niha dibistaneke me ji sala 2007’an ve ji ber erdheja li Silêmanî çêbûyî û herî dawî êrişa dewleta Tirk ya li dijî Mexmûrê, li ber hilweşînê ye. Sala nû ya xwendinê dest pê dike, sibe barenek bê, egera hilweşînê gelek e, 500 xwendekar di wê dibistanê de dixwînin. Baş e, xwendekar wê çawa kirtasiyeyên xwe pêşwazî bikin. 

Ji bo ku em pirtûkan çap bikin, em mal bi mal digerin û bi alîkariya xelkê wargehê pirtûkan çap dikin. Rewşa milet jî li ber çavan e, heta êvarê diçin kar heta karibin debara xwe bikin. Di dibistanên me de zivistanan sobeyek, havînan jî klîmayek nîne.

 

Dibistan di nîvî de maye

Dibistaneke me niha li benda alîkariyê ye, me dest bi çêkirinê kiriye, lê di nivî de maye. Kurd, karsazên Kurd bi xwe dikarin vê rewşê bibînin û alîkar bin. Bi taybet karsazên Kurd dikarin rewşa mamostayên Mexmûrê jî li ber çavan bigrin û alîkar bin. Pêwîstî bi yekî din nîne, fikra neteweyî ev e, em dixwazin her kes vê rewşê bibîne. 

Em ji vê zorî û zehmetiyê ne peşîman in, em tenê dibêjin, bila sibe zarokên me jî vê zehmetiyê nebînin. Di encam de hemû ji bo Kurdan e, xebateke pîroz e, cara yekem e di dîroka Kurdan de li vir zarok bi zimanê dayikê perwerde dibin û mezûn dibin. Divê her kes xwedî li vê perwerdeya pîroz derkeve.”

Berdevkê Komîteya Perwerdeyê ya wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî-Mexmûrê, Xelîl Bîlen di dawiyê de ev bang kir; “Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin, madem erka wan alîkarîdayîna penaberan e, bila li erka xwe xwedî derkeve. Bi taybet divê di beşa perwerdeyê de rêgiriyê neke û meseleyê çareser bike. Divê Kurd li perwerdeya Mexmûrê xwedî derkevin.”

 

 

Dîrokçeyeke dibistanên Mexmûrê

 

Şêniyên wargeha penaberan ya Mexmûrê di sala 1994’an de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Xelkê niha li Mexmûrê bi xeyala wê biçin Kurdistanê û ji êrişên dewleta Tirk rizgar bibin, berê xwe da bûn Başûr. Lê ji roja penaberbûn heya îro êrişên dewleta Tirk ên li ser wan nesekinîne. 

Li Etrûş û Geliyê Qiyametê ji sala 1994’an heta 1997’an hêjmara welatiyan gihîşt 15 hezarî. Xelkê niha li Mexmûrê di wan wargehan de xwe bi rêxistinkir û saziyên xwe dan avakirin. Yek ji wan saziyan, saziya perwerdeyê ya ji bo perwerdekirina zarokan bû. 

Cara destpêkê bi tevlîbûna 10-15 mamostayan perwerdeya zarokên penaber destpê kir. Mamostayan ji nebûnê hebûn avakirin, hema bêje di destê wan de ti pirtûk nebûn. Lê wana ji sifrê dest bi perwerdekirina zarokan kir. 

Piştî demekê hin tecrube hatin girtin û derfetên baştir çêbun. Lewma êdî perwerdeya dibistana seretayî li gorî pergalekê hate amadekirin. Di sala 1996’an de jî li Wargeha Etrûş cara yekem dibistana navîn hat vekirin û navê Endama Rêveberiya Jin a wargehê Zeynep Erdem (Jiyan) ku di êrîşa sala 1995’an a li ser wargehê de şehîd ketibû, hat lêkirin. Di wan salan de derdora 400 xwendekar dihatin perwerdekirin.

Pergala perwerdeyê hêdî hêdî dihat avakirin, lê belê zextên liser penaberan jî kêm nebû û di sala 1997’an de kampên Etruş û Geliyê Qiyametê hatin valakirin. Piraniya penaberan derbasî herêma Nînova bûn, lê hinek jî li herêmên Qesrok, Sêmêlê, Hesenîkê û çend cihên din bi cih bûn. Li wargeha Nînova demekê perwerde hate dayîn. Lê di sala 1998’an de wargeh hat valakirin û penaber derbasî Nehdarê, ji wir jî derbasî herêma Mexmûr a girêdayî Mûsilê bûn.

Rawestgeha dawî, ango Wargeha Mexmurê ku piştre navê wê wekî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî hat guhertin, hinekê dûrî sînorên Tirkiye bû.

Di 20 salên wergehê de li ser tecrubeyên li wargehên din, ji dibistana dayikê heta peymangeh û akademiyê pergalek numune ya perwerdeyê hat avakirin. Di pergala ku hemû bi zimanê Kurdî ye de, heta niha bi hezaran xwendekaran hatine perwerdekirin, mezûn bûne û mamoste tên gihandin.

Hejmara dibistanan

Ji sala 1998’an ve bi tevlîbûna gel, xwendekar û mamosteyan, cihên perwerdeyê ji kevir û axê hatin çêkirin. Kursî û mêz (masa) jî ji kerpîçan çêkirin. Piştî demekê jî hikûmeta Iraq û Neteweyên Yekbûyî (NY) hin alîkarî dan dibistanan.

Li wargehê niha 5 dibistanên dayikê, 4 dibistanên seretayî, 2 dibistanên navîn ên bi nave Şehîd Jiyan û Şehîd Deniz, du dibistanên amadeyî û peymangehek bi giştî 14 dibistan hene.

Dibistana Amadeyî a Şehîd Koçerîn di sala 2000’an de hatin avakirin. Heta niha zêdeyî hezar û 300 xwendekar mezûn bûne. Di van dibistanan de qasî 3 hezar û 500 xwendevan û derdora 150 mamosta hene.

Li wargehê her 2 salan carekê konferansa mamostayan pêk tê. Her wiha konferansa mamostayên jin ji tê pêkanîn. Di van konferansan de li ser bernameya du salan ya dibistanan, rêveberiyên dibistanan, pêşketin û kêmûkurtiyên di nava du salên borî û asta pêşketina xwendekar û mamosteyan tê gotubêjkirin, plansaziyên nû tên derxistin.  

Peymangeh

Di sala 2014’an de di bin banê Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay de Peymangeha Şehîd Kato hate vekirin. Peymangeh di nav pergala perwerdeyê ya wargehê de gaveke nû û mînakeke yekemîn bû. Li peymangeha dema xwendinê 2 salin, sala yekem bernameyek giştî ya perwerdeya bingeh, sala duyem li ser pîşeyê perwerde tê dayîn. Mijarên pîşeyî jî “mamosteyî, ragihandin, tenduristî û hwd.” ne. Xwendekarên ku peymangehê diqedînin bawernameya fermî ya pergala perwerdeyê digirin.

 

Mufredata perwerdeya Mexmûrê

Li dibistanên wargehê ji sosyolojî heta fizîk, kîmya, biyolojî, jineolojî, ekolojî, çand û huner, werzîş, dîrok, bîrkarî, aborî, û felsefeyê, ders hemû tên dayîn. Zimanê perwerdeyê li wargehê zimanê dayikê yê xelkê wê yanî Kurmancî ye. Mirov dikare bi hêsanî bêje ku pergala perwerdeyê ya li Wargehê ji bo tevahiya gelê Kurd dikare bibe modelek.

Ji dibistana dayîkê (baxçeyê zarokan, dergûşxane) heta peymangehê, perwerde bi tevahî bi Kurmanciyê tê dayîn. Li dibistanên navîn û amadeyî zaravayê Soranî jî tê hînkirin. Ji bilî zimanê dayikê, dersên hînbûna zimanê Ingilîzî jî li dibistanan hene.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.