- Sebastiao Salgado: Heger hûn nikaribin sebir bikin û ji libendêmayînê hez nekin, hûn nikarin bibin wênegir. Wek nêçîrvanekî divê hûn jî sebir bikin, heger hûn sebir bikin tiştên nû wê derkevin pêşberî we. Ji lewma divê hûn bi sebir bin û sebr kêfa dilê we bîne.
XASÊ CÛNÊ
Sebastiao Salgado wênegirekî navdar e li dinyayê. Çavekî wî yê çê heye û li pey wêneyên wî hemûyan serhatiyeke bi êş ya mirovahiyê heye. Ew bi wêneyên xwe yên reş û spî yên ku mirov di bin tesîra xwe de dihêlin, rewşa mirovahiyê tîne ziman. Salgado kadraja xwe weke civaknasekî bi kar tîne û di kadraja wî de mirov dikare rewşa dinyayê ya ku ber bi xerabûnê ve diçe, baştir şirove bike. Jixwe, wêneyên wî hemû wek belgeyên civakî yên derbarê mirovahiyê de ne û ew bi van wêneyan bîra civakî ava dike.
Axa welatê min…
Salgado gava piçûk bûye, li gund mezin bûye. Li Brezîlyayê li çewlîkekê hatiye dinê. Bavê wî ev çewlîk bi rê ve dibir û paşê jî çewlîk bûye ya wan. Ew ji bo axa ku lê mezin bûye û zarokatiya xwe lê bihurandiye, dibêje, “Axa welatê min bêhempa bû û pirr xweşik bû.” Jixwe, ew têkiliya xwe û ronahiyê jî heta bi wan rojan dibe û wiha li gotinên xwe zêde dike: “Min li gundê xwe ji ronahiyê hez kir, nexasim jî piştî ewrên reş ên ku baran dibarandin, ronahiyeke xweşik derdiket holê. Ronahiya ku ewr qulêrî dikirin û ji wan derbas dibûn, pirr kêfa min ji wa re dihat. Ewr, baran û ronahî. Ez bi wan dîmenan mezin bûm. Wê ronahiyê paşê di wêneyên min de jî xwe nîşan da. A rast beriya ku ez wêneyan bigirim, jixwe ez di nav wêneyan de bûm.”
Di çalakiyan de li pêş in
Piştî ku Sebastio Salgodo dibe xortekî nûgihayî, ji çewlîka bavê xwe dûr dikeve û diçe bajêr da ku bixwîne. Ew ji aboriyê hez dike û bala wî pirr li ser aboriyê ye. Her wiha li “Navenda Çandê ya Fransa” jî dixebite û dest bi kar dike. Ew li wir keça bi navê Lelia nas dike. Ew Lelia paşê dibin hevjînê hev û Lelia bi Salgado re pirr dibe alîkar. Her wiha ew kar û xebatên xwe hemûyan bi hev re dibin serî û heta roja îro jî piştgiriyê didin hev du. Gava ew hev nas dikin, hîna 20 salî ne. Du kesên polîtîk in û aktîvîst in. Di protestoyan hemûyan de cihê xwe digirin û di çalakiyan de tim li pêş in.
Dîktatorî wî dike der
Sala 1964’an li Brezîlya rejîmeka leşkerî tê avakirin û darbeya eskerî çêdibe. Salgado derbarê wan salan de dibêje, “Me û hevalên xwe tim çalakî dikirin li hember dîktatoriyê. Me li ber xwe dida û me dixwest em armancên xwe pêk bînin. Helbet ev yek tiştekî bi tehlûke bû. Koma ku em girêdayî wan bûn, biryar da ku yên ciwan derkevin derveyî welat û xebatên xwe li wir bidomînin. Her wiha yên temenên wan mezin jî wê xwe biveşartana û li welat karê xwe dewam bikirana.” Piştî çend salan, sala 1969’an Salgado û Lelia mecbûr dimînin ji Brezîlya birevin, ew berê xwe didin Parîsê. Salgado li ser vê terikandina welêt dibêje, “Gava em siwarî keştiyê bûn jî me digot, dê me bigirin. Heger em bigirtana, wan ê em biavêtana hepsê û êşkence li me bikirana. Piştî keştî ji Brezîlyayê veqetiya û ber bi Fransayê ve çû, tê bîra min, em pirr rehet bûn û bêhna me hat ber me.”
Li ku derdê mirovahiyê hebe
Sebastio Salgado gava tê Fransayê jî ew hîna bi wênegiriyê re mijûl nabe û bala wî dîsa li ser aboriyê ye û dixwaze di vî warî de bibe pispor. Çend salan bi saziyên navdewletî re dixebite û derfetê peyda dike da ku biçe Efrîkayê. Piştî çûyîn û hatina wî ya Efrîkayê, ew çavdêriyên baş dike û rewşa civakê ji nêz ve dibîne. Gava raporên li ser wir amade dike, dîmenên ku dibîne pirr bala wî dikişînin û ev dîmen berê wî didin wênegiriyê. Sala 1973’yan bi piştgiriya hevjîna xwe Lelia dev ji karê xwe berdide û dixwaze wêneyan bigire. Salgado dibêje, “Tenê carek bes bû ku min pê li deklanşorê kir.” Piştî wê jî ji Efrîkayê heta Sibîryayê, ew diçe deveran û li ku şer û alozî yan jî rewşeke xeter a mirovahiyê hebe, ew li wir e û wêneyan digire.
Ajansa xwe ya wêneyan vekir
Destpêkê ew ji bo şirketa “Gamma” dixebite û dibêje ewder ji min re wek dibistanekê bû. Piştre ew diçe şirketa “Magnum” û ji bo wir jî dibêje, “Magnumê zor da min ku ez xwe bi pêş bixim û hin tiştên nû fêr bibim.” Salgado û Lelia bi qasî 15 salan ji bo Magnumê dixebitin. Sala 1994’an her du ajansa xwe “Amazon Images” ava dikin, û wêneyên xwe çap dikin û her wiha li çar aliyên dinyayê pêşangehên wênayan li dar dixin.
Ji projeyên dirêj hez dike
Salgado bêhtir ji projeyên dirêj hez dike. Ew ji bo projeyekê dikare 10 salan bixebite. Salgado dibêje, “Ez ji projeyên dirêj hez dikim. Bi vî awayî ji bo mirov ji hev fêhm bike, wext çêdibe. Her wiha mirov dikare kite kite bi mijarê dakeve û hurgiliyên baş zeft bike.” Salgoda ji bo projeya xwe ya “Genesîs” a li ser xweza û sewalan, 10 salan xebitiye û wêneyên bêhempa girtine. Gava ew dest bi projeyê dike 59 salî ye lê gava proje bi dawî dibe, ew êdî 70’ê salî ye. Salgado ji bo bê projeyê dibêje, “Bi bajarvaniyê re me têkiliya xwe ji xwezayê qut kir û vê em ji dinyayê havî kirin. Baweriya min a ‘li dinyayê zindiyên bi aqil tenê mirov in’ bi vê projeyê têk çû. Em mirov û her wiha hemû zindiyên li ser rûyê vê dinyayê divê em em li xwezayê vegerin.”
Wek civaknasekî dixebite
Salgado projeyên wek “Koçberî” û “Karkerên madena Serra Pelada” bi rê ve dibe û di dawiya van projeyan de bi hezaran wêneyên digire. Ew bi van wêneyên xwe derbarê pirsgirêkên dinyayê de pirsan ji me dike. Salgado bi van projeyên xwe ji çar aliyên dinyayê wêneyan kom dike û rewşa dinyayê ya civakî û siyasî radixîne ber çavan. Ew wênegira xwe wek pênûsa civaknasekî bi kar tîne û wêneyên bi bandor digire.
Sebastio Salgado eşkere dike ku li pey vîzora wî nihêrîn û bîrdoziyek heye, “Hin kes min wek nûçegîhanê fotoyan dibînin, ev yek ne rast e. Hin kes jî min wek aktîvîstekî dibînin. Ev jî ne rast e. Ya rast ew e ku wênegirî jiyana min bi xwe ye! Ev wêneyên min hemû hene û li ber çavan in, jiyanê zor da min da ku ez wan bigirim. Ji lewma hêrsa min kir ku ez herim van wêneyan bigirim. Dibe ku carinan bîrdoziya min û dibe ku carinan jî tenê meraqa min berê min dabe serhatiya wan kesan. Wêneyên min qet objektîf nînin. Ezmûnên min ên jiyanê û nihêrîna min ya li dinyayê di wêneyên min de diyar in.”