Wê bibe dubareya Baasê
Pêncşem 17 Nîsan 2025 - 03:10
Endama Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif destnîşan kir ku destûra bingehîn a HTŞ'ê û hikumeta demkî demokratîk nînin û got:"Eger bi vî rengî dewam bike wê rêveberî û aqûbeta wê mîna ya Baasê bibe."
Endama Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif anî ziman ku eger pêvajoya ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin veguhere çareseriyê, bahaneyên ku Tirkiyeyê heta niha dida pêş wê ji holê rabin.
Foza Yûsif diyar kir ku HTŞ niha di bin zexteke giran a hêzên navneteweyî de ye; bi taybetî jî işaret bi pratîka neyînî ya li hemberî Elewiyan kir. Foza Yûsif ragihand ku kiryarên heta niha yên HTŞ'ê û hikumeta ku ava kiriye demokratîk nîne û got, "Eger bi vî rengî dewam bike wê bibe dubareya rejîma Baasê."
Foza Yûsif destnîşan kir ku dosya herî girîng a li pêşiya wan vegera şêniyên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, jiyana wan a bi rengekî ewle li cih û warê xwe ye û got, "Jiyana bi ewle ya gelê me li ser xaka xwe bi hêzên xwecihî û hêzên asayîşê dibe, ji ber ku metirsî hîn derbas nebûye. Şertê me ew e ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagir kiriye derkevin."
Foza Yûsif ragihand ku komkujiya li hemberî Elewiyan bandoreke gelekî nebaş li temamiya Sûriyeyê kir, ji ber ku ji hemû derdorên din re bû peyamek.
Foza Yûsif bi bîr xist ku dewleta Tirk ji sala 2011'an û vir ve sedema tevahiya nearamiyê ye, piştgiriyê dide hemû hêzên dijberê Şoreşa Rojava û got, "Ji ber vê yekê eger pirsgirêka Kurd li Bakur bi rengekî demokratîk çareser bibe, ev rewş wê bandorê li têkiliyên Tirkiye û Rojava jî bike."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN