Vegera li zemanê herî xweş
În 30 Hezîran 2023 - 00:36
- Lê Rêveberî eşkere ye ku divê wê hêviya ku destpêkê ava kir û Mehmûd El-Hadî weke zemanê “herî xweş” bi nav dike, ji nû ve vegerîne temamê herêmê: Yanî ji tine ava bike. Ti rêya din a serketinê nîne. Gava êdî ji tine ava nekir, pirsgirêkên cidîtir dest pê dikin. Çav û guhên xerîbekê jî wan dikarin ji hev derxin.
LUQMAN GULDIVÊ
Êrişên dewleta Tirk, dagirkeriya wê û rewşa şer a daimî, cihbicihkirina projeya Konfederalîzma Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûrî li hin cihan asteng dike, li deverên din jî zehmet dike. Rojnamevana Swîsreyî Inga Rogg çû Reqayê û bi xelkê re peyivî. Niha ewlekarî li Reqayê li gorî gelek deverên din ên Sûrî baş jî be, gelek pirsgirêkên din hene û di serê wan de jî alîkarî û desteka ji bo xelkê tê. Inga Rogg ji rojnameya Neue Zuricher Zeitung re bi xelkê Reqayê re û bi kesên di nava civaka wê li pêş de peyiviye. Em gelek rexneyan di vê nûçeyê de dixwînin ku lazim e Rêveberiya Xweser hem li Reqa û hem jî bi giştî hay jê hebe.
Nûçe ne li ser tiştên erênî lê li ser tiştên neerênî û tehlûkeyan hatiye avakirin. Bi ser de jî agahî bi rêya wergerekî yan jî alîkarekî hatine berhevkirin. Diyar e rojnamevan, zêde şareza nîne di warê projeya konfederalîzma demokratîk de û jixwe weke kesekî amiyane navê wê hilde, dibêje “projeya xweseriyê ya Rojava”. Ji ber wê dibe ku dîmenê li ber me ne dîmenekî gelekî objektîf be, lê gotinên xelkê, gotinên bi rastî ne û li ser hin meseleyên diyar e li deverê pirsgirêk in jî agahiyan didin. Yanî em ê nûçeyê li parzûneke wiha dawerivînin û van kêmasiyên wê binirxînin, û wiha bixwînin.
Nûçe li ser du lingan hatiye avakirin:
1) Jinûveavakirina Reqayê zehmet bi pêş dikeve, û xelkê wê ji ber alîkariya kêm û gendeliyeke qismî gazinan dike.
2) Rêveberiya Xweser, nexasim jî Kurd ji bo projeya xwe ya konfederalîzma demokratîk, bifikar in.
Tirs êdî nemaye
Ew pêşî bi aktîvîstekî civakî re Mehmûd el-Hadî re peyiviye. El-Hadî behsa tirsa ji meydana Naîm dike û dibêje, “Tirs û xofeke mutleq hebû. Li vir çeteyên DAIŞ’ê xelk li ber çavên xelkê îdam dikir. Em timî ditirsiLyan ku dora kuştinê bigihîje me.”
Nûçe wiha dewam dike: “Îro Hadî ne lazim e bitirse. … Rêveberiya xweser xirbe dan hev, mayîn û xefkên teqemeniyan rakirin, û elektrîk û avê dide bajêr û çopê berhev dike.”
Herçî ji nûve avakirin e, ew behsa alîkariya DYE û Erebistana Siûdî dike. Lê bi ya wê Reqayiyên li Erebistana Siûdî, bi roleke mezin radibin. Yek ji wan jî Seydan Ebdulezîz Suleyman e. Wî şirketeke avahîsaziyê ava kiriye: “Reqayiyê 38 salî, dibêje, heta niha wî 15 milyon dolar pere razandine li Reqayê. Ew dibêje, wî dikarî gelekî bêhtir ava bike, heke pola û çimento ne ewqasî buha bûna. Sedema bihabûnê, yekdestdariya du şirketên rejîmê û rêveberiya Kurd a li Iraqê [behsa PDK’ê dike; Edîtor] ya ku yekane deriyê sînor ê herêmê kontrol dike. Ew dibêje, gendelî jî meseleyek e.”
Ev gotinên wî, îşaret hem bi rêveberiyên dema şer û hem jî îşaret bi elimandinên ji dema desthilata Beesê dike. Di dewam nûçeyê de em hîn dibin ku gendeliyeke zêde belav nîne, lê xelkê ku dixwazin hin karan bikin, dibêjin, heta mirov hin kesan li hin deveran nas neke, karkirin zehmet e. Heger wiha ye, lazim e Rêveberiya Xweser bi vê meseleyê dakeve.
Divê hîna gelekî bê avakirin
Aktîvîst Mehmûd El-Hadî deverên xirabe yên bajêr nîşanê rojnamevana Swîsreyî dike: “Lazim e hîna gelek veberhênan ji bo avakirina Reqayê bên kirin.”
Destpêkê dema herî xweş bû
Mehmûd el-Hadî ji rojnamevanê re ji dil dibêje, “Dema piştî azadbûna ji DAIŞ’ê dema me ya herî baş bû. Rêveberiya Xweser ji tine tişt ava kirin, ew bi xelkê re elaqedar bû.”
Tişta ku îro nîne, bi ya wî ew dildariya hingê ye. Hadî gazinên xwe wiha dewam dike: “Hin kesên arizî pereyan ji bo mizgeftan didin hev. Lê pêdiviya me bi dibistanan, tevneke nû ya elektrîkê û lûleyên avê heye. Pêdiviya me bi masterplaneke ji bo jinûveavakirinê û alîkariya ji bo xizanan heye.”
Lê ew jî lê mikur tê ku pere nînin, lewma pere ji bo “istîqrara devera sînor” tên xerckirin. Ew gendeliya Ebdulezîz Suleyman gazin jê dikirin, Mehmûd el-Hadî jî jê dike, bi ya wî, mirov çi bike bila bike, lazime têkiliyên wî bi rêveberiyê re hebin.
Pirsgirêka perwerdeya li Reqayê
Em di navê de bi meseleyeke din a li Reqayê dihisin. Ji bilî dersên elaqedarî Beesê, yên pesnê mala Esed û îdeolojiya wan didin, û dersa dîn “li dibistana minhaca asayî ya hikûmeta Sûrî lê ye.”
Yanî dersên weke jineolojiyê, li wir nînin. Bi ser de jî qanûnên rêveberiyê hemû jî li wir nayên bicihanîn: Li Reqayê zewaca bi gelek jinan re ne qedexe ye.
Rola jinan zêde bû lê…
Rojname, erê dike ku li Reqayê jî jin di gelek sazî û dezgehên rêveberiyê de xwedî rol û fonksiyonên muhim in, lê “Tesîra serekeşîrên Ereb gelek e. Kurd [tam nediyar e behsa kê dike, lê muhtemel e ku behsa Rêveberiya Xweser dike. Edîtor] gazinan dikin, gelek mirovên wan ên herî şareza ji ber zexta tovrindên Ereb neçar mane meqamên xwe ji dest bidin. Ew her wiha gazinan dikin, ji ber ku hindiktir pere ji deverên Kurdan re diçin. Li her derê mirov avahiyên nîvco mayî yên metrûk dibîne.”
Divê proje ji bo temamê herêmê be
Rojname, îdîa dike ku projeya Rojava niha tenê li Kobanê û Cizîrê asê maye. Helbet keseke ku çend rojan li Rojava, û li Bakur û Rojhilatê Sûrî bimîne, wê bi gelek tiştan nizanibe, hin tiştan hîn jî bibe wê peywenda tiştan nikaribe dayne. Lê Rêveberî eşkere ye ku divê wê hêviya ku destpêkê ava kir û Mehmûd El-Hadî weke zemanê “herî xweş” bi nav dike, ji nû ve vegerîne temamê herêmê: Yanî ji tine ava bike. Ti rêya din a serketinê nîne. Gava êdî ji tine ava nekir, pirsgirêkên cidîtir dest pê dikin. Çav û guhên xerîbekê jî wan dikarin ji hev derxin.