Li Reqayê pêşangeha hunerê zarokan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 28 Sibat 2023 - 03:54

Li Reqayê wênexêz û karên destan ên xwendekaran hatin nîşandan û xwendekarên serketî hatin xelatkirin.

Bi armanca nîşandana hunerên xwendekaran û bipêşxistina behreyên wan, Nivîsgeha Çalakiyên Dibistanan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê bi hevkariya Yekîtiya Hunermendan pêşangeheke wênexêz û kardestiyên 300 xwendekarî vekir.

Pêşangeh li Hola Mişwar bi beşdarbûna xwendekaran, hevserok û endamên Komîteya Perwerde û Fêrkirinê, endamên Yekitiya Hunermendan, Yekitiya Mamosteyan û malbatên xwendekaran hat vekirin.

Endamê Yekîtiya Hunermendên Reqayê Îmad El Ehmed axivî û diyar kir ku wan ji bo bi pêşxistina behreyên xwendekaran ev pêşangeh vekiriye û got, "Em hêvî dikin ku mîna vê pêşangehê bi domdarî werin vekirin. Em spasiya mamosteyan dikin yên ku xwendekaran teşwîq dikin ji bo behreyên xwe biceribînin.”

Piştre xwendekarên Dibistana Kewkeb El Tifûla ya taybet bi zarokên şehîdan, stran û govendên xwe pêşkêş kirin.

Di dawiyê de 60 xwendekarên di warên ziman, şano, stran û wênexêziyê de bi ser ketine, hatin xelatkirin.

ANHA/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.