Konferansa azadiyê ya li Reqayê

Duşem 11 Kanûn 2023 - 16:19

Konferansa 'Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re' ku ji aliyê Înîsiyatîfa Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re ya Sûriyeyê li Zanîngeha Şerq a li Reqayê hate lidarxistin, bi encamnameyê bi dawî bû. Di dawiya konferansê de endama înîsiyatîfê Hind Dagistanî encamnameya konferansê xwend.

Xalên li jêr hatin pêşniyarkirin:

  • Li dadgeha Ewropî, giliyê Erdogan bê kirin.
  • Bala dewletên Peymana Cenevreyê îmze kirine bikişînin ser doza Rêber Abdullah Ocalan, komîteyên qanûnî ava bikin, ji bo ku doza dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan şîrove bikin.
  • Di ragihandinê de balê bibin ser vê dozê, ji bo ku kiryarên Tirkiyeyê bêne eşkerekirin.
  • Piştgiriyê bidin tevahî înîsiyatîfên navneteweyî û înîsiyatîfa Rêbertî.
  • Zext li rêxistinên navneteweyî bikin, ji bo ku erkên xwe yên qanûnî û hiqûqî di doza Rêber Abdullah Ocalan de bînin cih.
  • Li ser asta Rojhilata Navîn konferanserekê li dar bixin. Komîte û desteyên hiqûqî ava bikin ji bo ku van sûcan ragihînin aliyên têkildar.
  • Ji bo eşkerekirina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bi hevkariya Yekitiya Tenduristiyê ya Bakur û ya cîhanê doz li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê destpêkirin.
  • Ji bo dîsa li doza Rêber Abdullah Ocalan vegere, nameyekê bişînin dadgeha Yewnanistanê.
  • Ji bo lidarxistina çalakiyên têkildarî doza Rêber Abdullah Ocalan xwe bigihînin paytextên Erebî û cîhanê li ser asta qanûnî û hiqûqî.
  • Ji ber sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirina komî di doza Rêber Abdullah Ocalan de, vekirina dozê li dijî rayedarên Tirk ên dewleta Tirk li dadgeha navneteweyî.
  • Ji CPT'yê bixwazin ku encamên serdana Îmraliyê ya dawî ku di Îlona 2022'yan de çêbûye, eşkere bike. Divê dewletên mezin di serî de Dewletên Yekbûyî yên Emerîka helwesta xwe û siyasetên xwe yên dualî di doza Rêber Abdullah Ocalan de biguhere.
  • Ji bo agahî wergirtina ji tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan, komîteyeke tenduristiyê ya navneteweyî were avakirin.
  • Ji bo parastina doza Rêber Abdullah Ocalan avakirina komîteyekê ji parêzerên ji tevahî herêman û dewletan.

ANF/REQA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.