Jinan li Reqayê tecrîd rûreş kir
Duşem 21 Tebax 2023 - 16:18
Li Reqayê bi sedan jin li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan daketin meydanan.
Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê, bi sedan jinên Reqayê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya û nivîsgehên jinan û partiyên siyasî, daketin qadan û bang kirin ji boa azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.
Meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan dest pê kir. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatin gotin û bang hat kirin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan.
Meş li Meydana Jinê veguheriya mîtîngê. Li vir li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan, edama yekitiyê Letîfa Hesen daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat gotin, dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê bi rêya Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan xwest ramanên wî yên azad bikin hedef. Her wiha hate diyarkirin ku dewleta Tirk ji hewldanên xwe yên têkbirina projeya neteweya demokratîk û êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê tiştek bi dest nexistiye.
Yekitiya Jinên Ciwan di dauxyaniyê de got, ew ê nesekinin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin.
Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê Kafiya Kurdî jî daxuyaniya rêxistina xwe xwend. Di daxuyaniyê de tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin. Hat diyarkirin ku dewleta Tirk ji ramanên Rêber Abdullah Ocalan ditirse ku ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re çareserî ye û xizmeta berjewendî û pîlanên wê yên mêtingeriyê nake.
Di dawiyê de hate gotin: “Serketina jinan serketina civakê ye. Wekî Rêber Abdullah Ocalan dibêje, heger mêrek azad bibe ferdek azad dibe, lê heger jin azad bibe civak bi tevahî azad dibe. Divê em xwedî li fikrên Rêbertiyê derkevin û li ser xeta wî têkoşîna xwe bidomînin.”
ANHA/REQA