Pira nû ya Reqayê tê restorekirin
Sêşem 8 Mijdar 2022 - 00:41
Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku projeya restorekirina pira nû ya Reqayê “Pira El Reşîd” dest pê kiriye. Proje wê qederê salekê dewam bike.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 1`ê Cotmehê de ragihand ku ew ê projeya restorekirina pira nû ya Reqayê bide destpêkirin. Şîrketa Moryas a piran û Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê doh dest bi xebatên restorekirina pirê kir.
Li cihê restorekirinê, hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê Îlham El Mitlî got, “Di dema rizgarkirina Reqayê ji rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst de beşek ji pirê hatibû rûxandin. Bi vê projeyê, qerebalixa trafîkê wê kêm bibe, û mesafeya di navbera bajarên Tebqa û Reqayê de wê kurt bibe, bi taybetî ji bo wesayîtên mezin û kamyonan.”
Pira El Reşîd li başûr rojavayê bajarê Reqayê ye, ew bajarê Reqa û gundewarê başûr ê li peravên Firatê yên wekî Kesrat û navçeya El Mensûra bi hev ve girê dide.
Îlham El Mitlî wekî da zanîn ku tenê rêveberî di warê madî de projeyê fînanse dike: “Ti piştgiriyeke ji hundir û derve, çi ji rêxistinan çi ji koalîsyonê nehat dayîn. Tenê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhlatê Sûriyê projeyan fînanse dike.”
Li gorî daxuyaniyê, dê xebatên restorekirinê qederê salekê dewam bikin.
ANHA/REQA