Li Reqayê 68 çete hatin girtin

În 27 Çile 2023 - 02:15

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Odeya Operasyonên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê 68 çeteyên DAIŞ'ê ku di nav de “waliyê wîlayeta Reqayê” yê DAIŞ'ê heye, girtine.

 

Waliyê çeteyan hate girtin

Di daxuyaniya QSD'ê de ev agahî hatin dayîn;

"Hêzên Hevbeş ên Pêngava Tolhildana Şehîdên Reqayê bi desteka hewayî ya Koalîsyona Navneteweyî di çend saetên destpêkê yên destpêkirina pêngavê de 68 çeteyên DAIŞ'ê ku xwe li nava herêmên niştecihbûnê û mezreyên şêniyan veşartibûn, girtin ku di nava wan de waliyê “wîlayeta Reqayê” hebû. Ew ji hêla serçeteyû rêxistina terorîst ve hatibû erkdarkirin ku şane û rêxistinê bi rê ve bibe û mijarên girêdayî "Tugaya Xalid bîn El Welîd" a terorîst a girêdayî DAIŞ'ê bi rê ve bibe û berpirsê êrişa di 26'ê Kanûnê de li dijî navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Diriyê bû.

 

Desteka darayî werdigrin

Di lêpirsîna destpêkê de terorîstê bi navê 'Etaallah El Mîsan' li xwe mikur hat ku wî êrişên terorîst bi rê ve birine û plan kirine û li şêniyan şantaj kirine da ku desteka darayî ji bo DAIŞ'ê wergire. Her wiha mekanîzmayên têkiliyan di navbera şaneyên terorîst de bi rê ve birine.

Ji ber daxwaza rûspî û serokeşîran hêzên me li bajarokê Kerame yê li rojhilatê Reqayê, li bajarokê Mensûra yê li rojavayê Reqayê, her wiha li bajarokên Sirîn û Curniyê jî operasyon dan destpêkirin.

Di operasyonên li her sê herêman de, 8 çete hatin girtin."

NAVENDA NÛÇEYAN'

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.