Tevgera Hîlala Zêrîn a çanda jinan a Reqayê pêşangeheke wêne û karên destan ên endamên xwe vekir.
Pêşangeh li peravên Çemê Firatê hat vekirin. Endamên Meclisa Idlib El Xedra, Kombûna Jinan a Zenûbiya û endamên saziyên sivîl û leşkerî di vekirina pêşangehê de amade bûn.
Di pêşangehê de wêne û karên destan ên endamên Tevgera Hîlala Zêrîn û hin cûreyên xwarinê hatin nîşandan.
Komên tevgerê jî stran gotin.
ANHA/REQA