Dika Navenda Çand û Huner a Tebqayê yan jî mîna ku şêniyên Tebqayê wê bi nav dikin ‘Dika Şewitî’, yek ji dikên herî mezin ên li Sûriyê ye. Piştî ku Artêşa Azad herêm kontrol kir, di encama êrişeke hewayî ya hikûmeta Şamê de di 19`ê Sibata 2013`an de beşeke mezin a dikê şewitî û ji ber wê xelkê ev nav lê kir.
Navenda Çand û Huner a Tebqayê sala 1979`an hate avakirin. Tê de yek ji mezintirîn dikên li Sûriyê sala 1982`yan hat avakirin û sala 1993`yan navend bi awayekî fermî hat vekirin. Di çarçoveya hewldanên Komîteya Çand û Huner a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk de komîteyê dest bi xebatên restorekirina dikê kir.
Li gorî hevserokê Komîteya Çandê ya Tebqayê Elî El Eleya, xebatên restorekirin û sererastkirina dike, yek ji projeyên herî giring ên komîteyê yên sala 2022`yan bû. El Eleya got, “Ji bêhtirî mehekê ve, me dest bi van xebatan kiriye, hindik maye xebatên me bi dawî bibin.”
Festîvala stranan dê li ser vê dikê pêk were
Her wiha El Eleya da zanîn ku lêçûna vê projeyê qederê 135 hezar dolaran e û di çend rojên bê de dê ev xebat wê bi dawî bibin. Derbarê xebatên sererastkirinê de El Eleya got, “Me pergalên ronîkirinê û deng ên nû lê bar kirin. Tablo li dîwarên wê bi cih kirin. Di pêvajoya bê de 200 kursî wê werin bicihkirin.”
El Eleya hewldanên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir ku bi rêya komîteyên hunerî hewl dide navendên çandê vejîne û asta zanebûna hunerî ya herêmê bilind bike.
Di dawiyê de El Eleya got, “Amadekarî tên kirin ku Festîvala Yekem a Stranan li ser vê dikê were lidarxistin. Gelek hunermend û stranbêj dê ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev lî bibin.”
ANHA/TEBQA